Hewlêr (Rûdaw) - Hêviyên çareseriyeke dîplomatîk a şerê di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûn û bihayên petrolê îro daketin.
Sedemeke din jî ji nû ve destpêkirina xebatên Erebistana Siûdî ye ku boriyên petrolê yên krîtîk dîsa hatin çalakkirin.
Bihayê petrola xav a brent ji sedî 0,07 kêm bû û bermîleke wê bû 99,18 dolar.
Di heman demê de bihayê petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) ji sedî 0,39 kêm bû û bermîleke wê bû 90,17 dolar.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh hişyarî da ku ew dikarin Îranê "wêran bikin" her wiha got ku nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner bi navbeynkarên Îranî re ji bo bidawîanîna şer hevdîtinan dikin.
Trump derbarê hevdîtinan wiha got, "Ez difikirim ku ji bo gihîştina rêkeftinekê, pêşveçûnên mezin hene."
Xurtbûna îhtîmala çareseriyeke dîplomatîk û başbûna bendewariyan derbarê dabînkirina petrola cîhanî bûn sedem ku bihayê petrola brent ji 8ê Îlonê vir ve cara yekem bikeve bin 100 dolarî.
Analîstê sereke yê KCM Tradeyê Tim Waterer diyar kir ku perspektîfa dabînkirina petrolê ya cîhanî niha li gorî çend hefte berê erênîtir tê hesibandin.
Waterer diyar kir ku hevdîtinên di navbera şandeyên Amerîkî û Îranî de li New Yorkê hêvî dane hilberîneran û wiha domand:
"Tevî gotinên tund ên berdewam di nav de gefên 'tunekirinê' jî hene, bazar îhtîmala hevdîtinan dinirxîne."
Erebistana Siûdî boriyeke petrolê ya girîng ji nû ve çalak kir
Pêşketineke din a ku bû yek ji sedemên kêmbûna bihayê petrolê, ji Erebistana Siûdî hat.
Li gorî sê çavkaniyên ku bi mijarê re eleqedar in, Riyadê ji nû ve dest bi xebatên li ser boriya petrolê ya Rojhilat-Rojava kir.
Erebistana Siûdî 11ê Îlonê piştî êrişên bi dronan milîsên Îraqî sûcdar kirin, boriyên petrolê girt û veguhastina petrola xav li Bendera Yanbuyê rawestand.
Ji nû ve çalakkirina xeta boriyê hêviyên dabînkirina petrola Rojhilata Navîn xurt kir.
Rêya alternatîf ji bo Tengava Hurmizê
Boriya petrolê ya Rojhilat-Rojava wekî rêyeke girîng a veguhastina petrolê ji bo Erebistana Siûdî derdikeve pêş ku Tengava Hurmizê derbas dike.
Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, xeterên girêdayîbûna Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê bi Tengava Hurmizê re di hinartina petrolê de zêde bûn, li ser vî bingehî Riyad dikare bi rêya vê xetê rojane nêzîkî 4 milyon bermîl petrol, bi derbaskirina tengavê ber bi Bendera Yanbuyê ve bide herikandin.
Ji nû ve destpêkirina xebatên boriyan û xurtkirina hêviyên çareseriyeke dîplomatîk di dan û standinên Amerîka-Îranê de, fikarên li ser dabînkirina petrolê ya cîhanî bi awayekî qismî kêm kirine.
Van geşedanan zexta li ser bihayên petrolê zêde kir da ku dakeve.
.webp&w=3840&q=75)

