Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûna sotemeniyê didome û tê çaverêkirin ku nîvê şevê bihayê benzînê 3 lîre û 20 qurişan zêde bibe.
Ji ber zêdebûna êrişên li ser rêyên sereke yên deryayî yên li Rojhilata Navîn û fikara qutbûna dabînkirina petrolê, bihayê bermîleke petrola brent ji 100 dolarî derbas bû.
Bihayê bermîlek petrola brent vê sibehê derket 108,44 dolaran.
Petrola xav a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya ji sedî 0,7 zêde bû û gihîşt 103,17 dolaran.
Lîtreya benzînê 80 lîreyî derbas dike
Piştî van bihabûnên heyî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî benzîn biha dibe.
Bi vê bihabûna bi qasî 3 lîre û 20 qiruşan re, lîtreya benzînê dê li hemû parêzgehan ji 80 lîreyî bibore û li hinek bajaran jî nêzîkî 85 lîreyan bibe.
Ji bo mazotê jî bihabûn li ber derî ye
Hat ragihandin ku piştî benzînê dê di demeke nêzîk de mazot jî biha bibe.
Çavkaniyên sektorê ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re diyar kir ku roja sêşemê zêdebûna bihayê mazotê jî tê çaverêkirin û got:
"Li bazarên cîhanî zêdebûna bihayê mazotê zextê zêde dike. Roja sêşemê zêdekirina bihayê mazotê di rojevê de ye.
Niha li hinek bajaran lîtreya mazotê nêzîkî 92 lîreyan bûye.
Eger zêdebûn bi vî rengî bidome, di demeke pir kurt de dê lîtreya mazotê 100 lîreyî bibîne û hîn zêdetir jî bibe."

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
