Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna petrolê ji ber aloziyên Amerîka û Îranê îro jî berdewam kir.
Ev yek piştî êrişên nû yên Amerîka û Îranê yên li ser wan keştiyan pêk hat ku di Tengava Hurmizê û herêmên din re derbas dibin.
Vê rewşê dilgiraniyên derbarê qutbûna demdirêj a dabînkirina petrolê ya li Rojhilata Navîn zêde kirin.
Bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 52 sent ango ji sedî 0,54 biha bû û gihîşt 96,80 dolarî.
Her wiha petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 66 sent ango bi rêjeya ji sedî 0,72 biha bû û her bermîlek bi 92,14 dolaran hat firotin.
Hefteya borî bihayê petrola brent ji sedî 7,8 û ya Teksasê jî nêzîkî ji sedî 10an bilind bûbû.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Amerîka û Îranê êrişên xwe yên li herêmê nû kirin.
Ji ber van êrişan veguhastina petrolê ya di Tengava Hurmizê re kêm bû ku berê pênceka petrola cîhanê tê re derbas dibû.
Li keştiyên petrolê dan
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja şemiyê hêzên wan li sê keştiyên petrolê yên Îranê xistiye.
Hat diyarkirin ku yek ji wan keştiyan li qeraxên Girava Xarkê bûye ku navendeke sereke ya hinartina petrola Îranê ye.
Li aliyê din, Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku roja şemiyê sê keştiyên petrolê kirine armanc ku “bi rêyên qedexekirî” di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Artêşa Pasdaran her wiha da zanîn ku li herêmên din jî li sê keştiyên Amerîkayê daye.
"Keştiyên bazirganiyê wekî amûra guvaşî tên bikaranîn"
Şirketa Zanyariyên Deryayî ya Marisksê ragihand ku êrişên roja şemiyê di şer de rûbirûbûnên mezin bûn.
Şirketê bal kişand ser rewşê û got, "Niha keştiyên bazirganiyê bi zanebûn wekî amûreke fişara aborî tên bikaranîn.
Vê yekê kiriye ku cudahiya di navbera rûbirûbûna leşkerî û keştiyên bazirganiyê de gelekî kêm bibe."
Amarên şirketa analîzê ya Kplerê nîşan didin ku di 10 rojên borî de rojane bi navînî tenê 10 keştiyên bazirganiyê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Ev jî ji meha gulanê ve asta herî nizm e.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, roja yekşemê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî ragihand ku di rojên pêş de dê herêmeke qedexekirî li derveyî Tengava Hurmizê were ragihandin.
Biryara OPEC+ê û pêşbîniyên sala 2027an
Derbarê asta hilberînê de, Hevpeymaniya OPEC+ê di civîna roja yekşemê de ragihand ku ew siyaseta hilberîna petrolê ya ji bo meha Çiriya Pêşîn wekî xwe dihêlin.
Ji ber ku beriya biryardana li ser gavên paşerojê, pêwîstiya wan bi demê heye da ku li ser para nû ya welatan bigihîjin peymanekê.
Pisporên Banka ANZê di raporekê de diyar kir, "Wisa xuya dike ku şerekî demdirêj ê di navbera Amerîka û Îranê de senaryoya sereke be.
Ev yek jî dê bibe sedema derengketina vegera dabînkirina petrola Rojhilata Navîn a ji bo rewşa asayî."
Wan pisporan destnîşan kir ku ew pêşbînî dikin hinartina petrolê heta dawiya sala 2026an bi awayekî sînordar bimîne û vegera li asta berî destpêkirina şer jî heta dawiya sê meha yekem an jî destpêka sê meha duyem a sala 2027an bikişîne.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

