Moskow (Rûdaw) - Rubleyê Rûsî di rojên dawî de li hemberî diravên biyanî bi awayekî berbiçav dadikeve.
Berî hefteyekê dolarek bi nêzîkî 75 rubleyan bû lê îro dolarekî Amerîkî 86 rubleyên Rûsî derbas kiriye û euroyek jî bûye bi 100 rubleyî.
Li gorî pisporan, yek ji sedemên sereke yên vê daketinê êrişên artêşa Ukraynayê yên li ser bender, rafîneriyên petrolê û binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê ne.
Lêçûnên hinardekaran zêde bûne
Pisporê aboriyê Stanislav Mitrakhovich diyar dike ku hefteya borî hinardekarên Rûsyayê rastî dijwariyên mezin hatine.
Li gorî Mitrakhovich êrişên bi dronan ên Ukraynayê lêçûnên hinardekirinê ji bo şirketên Rûsî zêde kirine û got:
“Hefteya borî hinardekarên Rûs ji ber êrişên Ukraynayê yên li ser bender û binesaziya enerjiyê rastî zehmetiyên mezin hatin.
Her wiha pêwîstiya rakirina encamên ambargoyê jî zehmetiyên mezin derxist holê.
Van hemû faktoran bi hev re lêçûnên ji bo şirketên hinardekar 10 qat zêde kirine, ji ber ku ew neçar in ku keştiyên ji fîloyên neqeydkirî kirê bikin û zincîreyeke dirêj a navbeynkaran bi kar bînin û bikarin hilberînên xwe bifiroşin.”
Krîza petrolê û zexta enflasyonê
Êrişên li ser rafîneriyên petrolê û binesaziya lojîstîkê ya Rûsyayê bûne sedema kûrtirbûna krîza petrolê û kêmbûna hilberîna benzînê.
Tê gotin ku pirsgirêkên di dabînkirina petrolê de enflasyona giştî jî zêde kiriye. Her ku ruble dadikeve, hêza kirîna welatiyan jî kêmtir dibe.
Welatiyan ji daketina ruble ditirsin
Muzîkjen Anatoliy Vorobyovê ku li Rûsyayê dijî, dixwaze ruble bihêz bibe û bal kişand ser wê yekê ku li welêt gelek berhem ji derve tên hawirdekirin û anî ziman:
“Ji ber ku ez li Rûsyayê dijîm, bêguman dixwazim ruble bihêz bibe.
Ji ber ku em gelek berheman ji derve hawirde dikin dema ku ruble dadikve, em neçar dimînin ji bo kirîna van berheman zêdetir pere bidin.”
Eleonora Popovaya xwediya salona bedewkariyê jî got ku daketina ruble ji bo piraniya civakê encamên neyînî derdixe holê û lê zêde kir:
“Ji bo piraniya welatiyan daketina ruble zerer e.
Ez vê yekê di karê xwe de jî dibînim, hemû mişteriyên min jê gazinan dikin.
Bi taybetî barê zêdetir dikeve ser milên wan kesên ku kar û dahata wan a ne sabît e.”
Meyla Banka Navendî li ser faîza bilind e
Banka Navendî ya Rûsyayê ji bo ku li bazarê alozî çênebe, faîza polîtîkayê li ser rêjeya bilind dihêle.
Lê hin ji hinardekarên mezin ên welêt ji bo vegerandina van lêçûnan dixwazin hikûmet rê bide ku ruble li hemberî diravên biyanî bêhtir dakeve.
Tê pêşbînîkirin, eger daketina ruble wiha bidome dê bihayê berhemên hawirdekirî û zexta enflasyonê jî bêhtir zêde bibin.



