Hewlêr (Rûdaw) - Îraq dixwaze hilberîna petrolê rojane bigihîne 10 milyon bermîlan.
Ji bo gihîştina bi vê armancê jî, pêdiviya wê bi wê yekê heye ku hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê zêde bibe.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî di civîneka li Bexdayê de ragihand ku divê hilberîna petrola Îraqê heta 2030î rojane bigihîje nêzîkî 10 milyon bermîlan.
Ji bo vê yekê jî, wî rênimayî da ku asta hilberînê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê were zêdekirin.
Lidarxistina civînekê li ser plana stratejîk
Serokwezîrê Îraqê serokatiya civîneke bilind a Wezareta Petrolê kir ku tê de Wezîrê Darayiyê û Wezîrê Petrolê jî amade bûn.
Civîn ji bo gotûbêjkirina plana stratejîk a bipêşketinê û zêdekirina hilberîna petrolê ya ji bo salên 2027-2030î hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha wî, Zeydî çav bi hûrgiliyên wê planê de gerand ku berê rênimayiya amadekirina wê dabû.
Zêdekirina hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku divê hilberîna petrola Îraqê li gel kapasiteya yedek û nifûsa wê bigunce, da ku pêdiviyên bipêşketinê dabîn bike.
Di vê çarçoveyê de, wî pêdagirî li ser nûkirina jêrxanê û şiyanên hinartinê kir da ku li gel zêdebûna çaverêkirî ya hilberînê bigunce.
Serokwezîrê Îraqê ferman da ku hilberîn li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê zêde bibe û zeviyên nû yên lêgerînê bêne berfirehkirin, ji bo ku armancên planê pêk werin.
Wî her wiha ferman da ku gaza hevalbend bi temamî were bikaranîn, ji bo ku pêdiviyên navxweyî werin dabînkirin û zayîbûna gazê kêm bibe, da ku di warê hawirdekirina gazê de pêdiviya welat bi tu dera din nemîne.
Vexwendina şirketên mezin ên cîhanî
Serokwezîrê Îraqê Wezareta Petrolê erkdar kir da ku ji bo lidarxistina konferanseke berfireh amadekariyan bike.
Divê şirketên herî mezin ên petrolê yên cîhanê ji bo vê konferansê bêne vexwendin, bi armanca îmzakirina peymanan da ku veberhênan û teknolojiya cîhanî ji bo projeyên lêgerîn, hilberîn, bipêşketin û hinartina petrolê were kişandin.
Ev gav dê bibe sedem ku pêgeha Îraqê di bazara enerjiya cîhanî de xurttir bibe.



