Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê bilind bû.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 56 sentan anku ji sedî 0,6 bilind bû û gihîşt 91,05 dolaran.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê 83 sentan anku ji sedî 1 bilind bû û gihîşt 86,59 dolaran.
Doh, bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 2,7 bilind bû û gihîşt asta xwe ya herî bilind a piştî 25ê Tebaxê.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê bi rêjeya ji sedî 2,8 bilind bû ku ev asta wê ya herî bilind a ji 21ê Tebaxê ve bû.
Gefên Trump û aloziyên li herêmê
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja duşemê gefa êrişên zêdetir li Îranê xwar.
Şîrovekarê bazarên darayî yê Şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:
“Egera tolhildana Îranê vegeriyaye nava hevkêşeyê. Ev yek egera zerergihandina li binesaziya enerjiyê ya li derdora Kendavê zêde dike û ji bo keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin nediyariyeke nû derdixe holê.
Van her du metirsiyan bandor li bilindbûna bihayê petrola xav kiriye.”
Metirsiya li ser Tengava Hurmizê
Datayên Şirketa Kplerê nîşan didin ku destpêka vê hefteyê, hejmara wan keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas bûne, di rojê de daketiye 5an.
Hewlên navbeynkaran ên bi beşdariya Qeter û Umanê yên ji bo pêkanîna peymanekê da ku Tengava Hurmizê vebe, heta niha bi ser neketine.
Beriya derketina şer a di dawiya meha Sibatê de, nêzîkî pêncyeka pêdiviyên petrolê yên cîhanê di vê tengavê re derbas dibû.
Li hêla din, hefteya borî qebareya petrola xav di rezervên stratejîk ên petrola Amerîkayê de nêzîkî 3,1 milyon bermîlan kêm bûye.
Bi vê yekê re qebareya embarê daketiye 286,6 milyon bermîlan.



