Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê baca taybet a li ser sotemeniyê ku serê her lîtreyê derdora 7 lîre û 74 kuruşî bû ji bo meha Tebaxê bi temamî rakir.
Meha Îlonê jî hikûmet dê wekî bac 3 lîreyan bistîne lê tevî hemû tedbîrên hatine standin jî bihayê sotemeniyê her roj zêdetir dibe.
Di nava salekê de benzînê serê her lîtreyê 42-43 sentî biha bûye. Di nava salekê de xerca depoyeke 50 lîtreyî jî herî kêm serê her depoyê 20 dolarî zêde bûye.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê niha lîtreya benzînê bi 72 lîre û 40 kuruşî tê firotin.
Lîtreyeke benzînê salek berê bi 52 lîreyên Tirkî bû.
Di nava salekê de lîtreya benzînê bi 20 lîreyî ango derdora 42 sentî zêde bûye.
Depoyeke 50 lîtreyî sala borî bi 2 hezar û 600 lîreyî tijî dibû, niha bi 3 hezar û 600 lîreyî tijî dibe.
Di nava salekê de serê her depoyê hezar lîreyî ango derdora 20 dolarî benzîn biha bûye.
Şofêr çi dibêjin?
Şofêr Cuneyt Erdem li ser bihayên nû got: “Bihayê sotemeniyê her roj zêde dibe, ez êdî naşopînim jî. Dema diçim benzînxaneyê ez qet li bihayan nanêrim çimkî dema ez van bihayan dibînim ez aciz dibim.”
Şofêr Hasan Akdere jî anî zimên: “Em gelekî perîşan in. Em çi qas bixebitin jî hema têra sotemeniyê nake. Ya rastî em perîşan bûn. Em bi kevçiyan kar dikin lê bi kepçeyan ji me distînin.”
Hikûmeta Tirkiyeyê baca li ser sotemeniyê di nava vê mehê de bi temamî rakiriye lê tevî vê yekê jî sotemenî heta niha erzan nebûye.
Şofêr Ramazan Kadîrlî diyar kir: “Em êdî bi dilê xwe nikarin otomobîlên xwe derxin.
Li Tirkiyeyê sotemenî gelekî biha ye. Wekî alternatîf niha otomobîlên elektrîkî zêde dibin.
Ferqa xerca otomobîlên elektrîk û yên sotemeniyê gelekî zêde ye lê li welatê me sotemenî û berhemên sotemeniyê gelekî biha ne.”
Şofêr Erdem Karahan jî got: “Li Tirkiyeyê hinekî giranî heye lê li gorî Ewropayê dibe ku Tirkiye baştir be.
Li Almanyayê lîtreya benzînê 2,50 heta 2,75 euroyî ye. Dibe ku Tirkiye erzantir be.”
Motokurye Engîn Çalar jî li ser bandora bihayê sotemeniyê got:
“Bihayê benzîn û mazotê gelekî bandorê li me dike, karê me û kara me kêmtir dibe.
Eger benzîn û mazot erzantir bin em dê baştir bixebitin. Mixabin em nikarin dengê xwe jî derxin.”
Li gorî daxuyaniyên berpirsên hikûmetê û Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, sedema bihabûna sotemeniyê şerê li Îranê û aloziyên li herêmê û bandora wan a li ser bazara cîhanî ya sotemeniyê ye.


