Amed (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli, li navçeya Farqînê ya Amedê got, “Bendava Farqînê gihîştiye qonaxa dawî û ev bendav dê Îlona 2027an dest bi komkirina avê bike.”
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli û şandeya pê re li navçeya Farqînê ya Amedê çûn qada Bendava Farqînê.
"Ji bo me tê wateya aramiyeke zêde"
Îbrahîm Yumakli li wê derê axivî û çêkirina Bendava Farqînê wekî yek ji projeyên herî girîng ên bipêşketinê bi nav kir.
Wî amaje bi projeya "Tirkiyeyeke bêteror" kir û got:
"Me ti carî projeya Tirkiyeyeke bêteror tenê wekî sernavekî ewlehiyê nedît.
Tirkiyeyeke bêteror ji bo me tê wateya hilberîneke zêde û derfetên zêde yên kar û bipêşketin û aramiyeke zêde.
Ev bi giştî jî tê wateya Tirkiyeyeke bihêz. Va ye em îro li Farqînê li nava mînakeke herî xurt a vê rewşê ne."
Dê 305 hezar kes kar bibînin
Yumakli diyar kir ku piştî qediyana Projeya Farqinê dê salane 43 milyar lîre sûdê bigihîne aboriya Tirkiyeyê.
Her wiha wî da zanîn ku dê herî kêm ji 305 hezar kesan re derfeta kar çêbibe.
Qebareya hilberînê 360 milyar lîre ye
Îbrahîm Yumakli da zanîn ku Projeya Farqînê piştî Projeya Avdaniyê ya Ataturkê projeya herî mezin a avdaniyê ye û got:
"Qebareya hilberîna vê projeyê li gorî hesabê îro 360 milyar lîreyên Tirkî ye."
Wezîrê Tirkiyeyê li ser qonaxa dawî ya projeyê jî ev agahî dan:
"Bedena Bendava Farqînê temam bûye. Kêliyekê berê me li wê derê lêkolînên xwe kirin.
Piştî qediyana beşên din, înşelah em dê Îlona 2027an li Bendava Farqînê dest bi komkirina avê bikin."
Projeya Bendava Farqînê projeyeke entegre ya avdaniyê ye.
Ev proje bi giştî ji 8 bendav û 23 kanal û tunelên avdaniyê (bi giştî 31 parçe) pêk tê û wekî "Projeya Bipêşketinê ya Farqînê" tê naskirin.
Yumakli destnîşan kir ku proje êdî gihîştiye asta dawî.


