Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa petrol û gazê ya Norwecê DNOyê di rapora xwe ya darayî ya çaryeka duyem a sala 2026an de ragihand ku ew dê li Herêma Kurdistanê "qonax bi qonax" dest bi hilberîna petrolê bikin.
Li gorî daxuyaniya DNOyê, ji bo parastina ewlehiyê dawiya Sibata 2026an li Qada Tawkê hilberîn û kolandin hatibûn rawestandin.
DNO xwediyê ji sedî 75ê pişkên qada Tawkê ye.
Şirketê diyar kir ku wan ji ber metirsiya êrişan xebatên xwe rawestandibûn.
DNOyê 9ê Nîsanê dest bi hinek karên li qadê kir ku di nav wan de nûjenkirina bîrên kevn û kolandina 8 bîrên nû hene.
Hilberîna li Qada Tawkê 28ê Hezîranê û li Qada Pêşxabûrê jî 11ê Tîrmehê dest pê kir.
Şirketê destnîşan kir ku heke astengên ewlehiyê dernekevin ew dixwazin hilberînê bigihînin asta berê.
Amarên hilberînê û bihayê firotinê
Li gorî raporê, rojane pişka hilberîna DNOyê ya li Herêma Kurdistanê ya çaryeka duyem a 2026an daketiye 273 bermîl petrol.
Lê di çaryeka yekem de hilberîna rojane 39 hezar û 600 bermîl bû.
Sedema vê kêmkirinê rawestandina hilberînê ya di mehên nîsan, gulan û hezîranê de ye.
Şirketa DNOyê eşkere kir ku ew niha li bazara navxweyî bermîla petrolê bi 35-39 dolaran difiroşin.
Pêşniyara kirîna Genel Energyê
DNOyê 7ê Tebaxa 2026an pêşniyar kir ku hemû pişkên şirketê "Genel Energy plc"ê bikire.
Genel Energy di qada Tawkê de bi rêjeya ji sedî 25an şirîkê DNOyê ye.
DNOyê ji bo her pişkê 69 pens diyar kirine ku ev biha ji sedî 38 ji bihayê bazarê yê 6ê Tebaxê bilindtir e.
Li gorî yasayên Brîtanyayê, DNO heta 4ê Îlona 2026an dikare biryara xwe ya dawî li ser vê kirînê bide.
Birêvebirê Bicihhêner ê DNOyê Bêjen Musewer Rehmanî li ser xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê got:
"Em bi kêfxweşî amade ne ku hinek nearamiyên bazarê bi aramî û ewlehiya li Kurdistanê biguherin."
Di raporê de her wiha hat gotin ku dan û standinên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Mijara van dan û standinan wergirtina heqdestên darayî û dîtina rêyên guncav ên ji bo firotina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê ye.



