Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca xurtkirina têkiliyên bazirganî û bipêşxistina sektorên cuda yên aboriyê, dê meha bê li Hewlêrê forumeke aboriyê were lidarxistin.
Dê karsazên ji Tirkiye, Azerbeycanê û Herêma Kurdistanê beşdarî vê forumê bibin.
Serokê Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd ji Rûdawê re axivî.
Geylan Hacî Seîd da zanîn ku dê forum bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bê lidarxistin.
Armanc bipêşxistina bazirganiyê ye
Geylan Hacî Seîd diyar kir ku di forumê de karsazên ji Tirkiyeyê û Azerbeycanê dê bi hempîşeyên xwe yên Herêma Kurdistanê re werin cem hev.
Bi gotina Geylan Hacî Seîd, karsaz dê di van hevdîtinan de bipêşxistina têkiliyên bazirganî gotûbêj bikin.
Geylan Hacî Seîd her wiha destnîşan kir ku dê di forumê de ji bo zêdekirina qebareya bazirganiya bi her du welatan re xebat werin kirin.
Armanceke din a forumê jî bipêşxistina sektorên cuda yên aboriyê ye.



