Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zeviyên bacanên sor (firengî) ji bo 300 jinan bûne derfeta kar.
Li Rihayê gelek cotkar dev ji çandina garis, genim û ceh berdidin û berê xwe didin çandina bacanên sor.
Cotkar Mehmet Şanliyê ji Rihayê, beriya 10 salan dest ji çandina kevneşopî berda û dest bi çandina bacanên sor kir.
Wî bi vê gavê derfeta kar ji bo 300 heta 350 jinan peyda kir.
Bacanên sor difiroşe Amerîkayê
Mehmet Şanli anî zimên ku wî bi 40-50 donimî dest pê kiriye lê niha li ser 500-600 donim erd bacanên sor diçîne.
Şanli diyar kir ku wî destpêkê berhemên xwe dişandin bajarên wekî Mêrsîn, Wan, Êlih, Meletî û Mereşê.
Lê van 3-4 salên dawî şirketeke Amerîkayê li herêmê kargehek vekiriye.
Şanli bacanên sor difiroşe vê şirketê, ew jî bacanan hişk dikin û dişînin Amerîkayê.
Ji karkeriya demsalî rizgar bûn
Rojane 300 heta 350 jin di erdên bacanan ên Mehmet Şanli de dixebitin.
Zêdetirî 300 jinên wê deverê êdî ji bo karkeriya demsalî naçin derveyî bajarê xwe û debara xwe li cih û warê xwe dikin.
Karkera bi navê Filiz Budakê destnîşan kir ku di demsala havînê de li Rihayê kar kêm e û çinîna bacanên sor ji bo wan derfeteke gelekî baş e û got:
"Eger xelkê me li vê derê nexebite, ji neçarî diçin derveyî bajêr. Di rê de qezayên trafîkê çêdibin û mirov dimirin. Hinek malbat diçin û êdî venagerin.
Em niha bi roj di nav erdên bacanan de dixebitin û êvarî jî diçin malên xwe û bêhna xwe vedidin."
Salane 100 hezar donim bacan tên çandin
Li gorî amarên Odeya Çandiniyê ya Rihayê, li parêzgehê salane zêdetirî 100 hezar donim erd bi bacanên sor tê çandin.
Ji her donimekê 12-13 ton bacanên sor bi dest dikevin.
Bi taybetî bacanên Qereeliyê gelekî navdar in û ji bilî bazara navxweyî ji derveyî welêt re jî tên hinartin.


