Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî, qebareya bazirganiyê ya 4 mehên destpêkê yên îsal a Îran û Herêma Kurdistanê nêzîkî milyarek dolaran e.
Di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de 7 deriyên sînorî hene. Sê deriyên Hacî Omeran, Başmax û Perwêzxanê fermî ne. Deriyên Seyranben, Kêlê, Şuşmê û Piştê jî nîv-fermî ne.
Serokê Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekaran a Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku qebareya salane ya dan û standinên bazirganiyê yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê digihe 5 milyar dolaran.
Berpirsên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî amarên bi hûrgilî yên qebareya bazirganiyê eşkere dikin.
"Pirtirî 8 hezar û 500 barhilgiran di Hacî Omeranê re derbas bûne"
Li gorî gotina Serperiştê Gumrika parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Xalid Cengcu, di 4 mehên pêşî yên îsal de (21ê Adara 2026an heta 21ê Tîrmeha 2026an) bi bihayê milyarek û 500 milyon dolarî kel û pel ji deriyên sînorî yên parêzgehê ber bi Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Komara Azerbeycanê ve hatine hinartin.
Birêvebirê Veguhastin û Rê û Piran ê Urmiyeyê Erselan Şikrî diyar kir ku di 4 mehên destpêkê yên îsal de ji 60 hezar barhilgirên ku di 6 deriyên sînorî yên parêzgehê re derbas bûne, 8 hezar û 660 barhilgir ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê bûne.
Ev yek nîşan dide ku dan û standineke zêde ya kel û pelan di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye.
Sala borî di heman demê de qebareya hinartina kel û pelan a ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê nêzîkî 200 milyon dolarî bû.
Kolber
Ji bilî dan û standinên bazirganî, ji Hezîrana 2025an ve ji bo zêdetirî 10 hezar niştecihên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve "karta kolberiyê" hatiye çêkirin û ew bi awayekî fermî hatûçûnê dikin.
Li gorî amarên Gumrika parêzgeha Urmiyeyê, di wan 4 mehan de bi bihayê 170 milyon dolarî kel û pel bi rêya kolberiyê hatine hawirdekirin.
Deriyê Hacî Omeranê ku li aliyê Rojhilatê Kurdistanê wekî Temerçiyan tê naskirin, di navbera Hacî Omerana Soranê û Pîranşarê de ye.
Sine
Di heman demê de li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê çend deriyên sînorî yên wekî Başmax, Seyranben û Piştê li gel Herêma Kurdistanê hene.
Serperştê Gumrika Sineyê Feramerz Umîdî amarên dan û standinên bazirganiyê yên 4 mehan eşkere kirin.
Wî da zanîn ku di vê demê de zêdetirî 311 hezar ton kel û pel bi bihayê 82 milyon û 264 hezar dolaran ji deriyên sînorî yên parêzgehê hatine hinartin.
Feramerz Umîdî diyar kir ku herî kêm ji sedî 98ê kel û pelan çûne Îraq û Herêma Kurdistanê.
Her wiha di wê heyamê de 41 hezar ton kel û pel bi bihayê 54 milyon dolarî bi rêya deriyên sînorî hatine firotin.
Li gorî gotina Serperştê Gumrika Sineyê, li gorî heman dema sala borî qebareya hawirdekirina kel û pelan ji aliyê giraniyê ve bi rêjeya ji sedî 541 û ji aliyê bihabûnê ve jî bi rêjeya ji sedî 72 zêde bûye.
Kirmaşan
Li Parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî sê deriyên sînorî li gel Herêma Kurdistanê û du deriyên sînorî jî li gel herêmên di bin desthilata hikûmeta Îraqê de hene.
Li gorî amarên Gumrika Kirmaşanê, di du mehên pêşî yên îsal de zêdetirî milyonek ton kel û pel ji deriyên sînorî yên Kirmaşanê hatine hinartin ku bihayê wan 335 milyon dolar e.
Birêvebirê Gumrika Sineyê Reza Nîkreveş diyar kir ku sala borî di 4 mehên destpêkê de tenê ji deriyên Perwêzxan, Şêx Sile û Şuşmêyê nêzîkî 450 milyon dolar kel û pel hatine firotin. Ji vê mêjerê 102 milyon dolar ji Deriyê Sînorî yê Perwêzxanê bûye.
Li gorî amaran, ji Deriyê Sînorî yê Şuşmêyê yê li Hewramanê 66 hezar ton kel û pel bi bihayê 7 milyon dolaran hatine hinartin.
Her wiha ji Deriyê Sînorî yê Şêx Sileyê jî 61 hezar ton kel û pel bi bihayê 17 milyon dolarî hatine firotin.
Ji aliyê din ve, bi bihayê 103,7 milyon dolaran kel û pel ji deriyê Xusrewiyê û bi heman bihayî ji deriyê Sumarê çûne naverast û xwara Îraqê.
Her çi qasî şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê bandor li deriyên sînorî kiribe jî tê texmînkirin ku dan û standinên bazirganiyê yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê di 4 mehan de zêdetirî 950 milyon dolarî bin.
Kel û pelên serekî yên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên Herêma Kurdistanê ev in: Şîrê hişk, gubeyê kîmyewî, hesîn, berhemên çandiniyê, mirîşk, hêk, berhemên plastîk, berhemên şîr, kevir, mermer û seramîk.



