Hewlêr (Rûdaw) - Endamên OPEC+ê dê îro bi rêya înternetê bicivin û tê pêşbînîkirin ku Erebistana Siûdî, Rûsya û 5 welatên din ên endam, para hilberîna petrolê ji bo meha Îlonê zêde bikin.
Şirovekarê Navenda Rystad Energyê Jorge Leon ragihand ku tê pêşbînîkirin OPEC+ hilberîna petrolê rojane bi qasî 188 hezar bermîlan zêde bike.
Bi nêrîna Jorge Leon ev dê bibe zincîra dawî ya wan zêdekirinên ku di mehên borî de biryar li ser hatibû dayîn.
Şirovekarê Banka UBSyê Giovanni Staunovo da zanîn ku piraniya endamên OPEC+ê nikarin wê mîqdara petrolê hilberînin ku ji bo wan wekî armanc hatiye diyarkirin.
Sedema vê yekê jî "daketina şiyana hilberînê" ya li wan welatan e.
Welatên Kendavê ji ber aloziyên li Tengava Hurmizê di hinartina petrolê de rûbirûyî pirsgirêkan bûne.
Her wiha li Rûsyayê jî ji ber êrişên Ukraynayê yên li ser binesaziya petrolê, hilberîn di asta 9 milyon bermîlî de maye lê armanc 9,8 milyon bermîl bû.
Vekişîna Îmaratê û paşeroja paran
Vekişîna Îmaratê ya ji komê ya meha Gulanê, li pêşiya yekrêziya OPEC+ê astengî çêkirine.
Ebû Dabiyê ragihand ku ev gav "ji bo berjewendiyên niştimanî û armancên stratejîk" e, çimkî Îmaratê di sektora petrolê de veberhênanên mezin kirine û dixwaze hilberînê zêde bike, ne ku pêbendî sînordarkirinên OPECê be.
OPEC+ niha di pêvajoya diyarkirina "asta herî bilind a hilberîna berdewam" de ye ji bo welatên endam.
Tê pêşbînîkirin ku sala bê li ser diyarkirina parên nû yên welatan dan û standineke gelekî giran dest pê bike.
Rêxistina OPECê û hevpeymanên wê ku Rûsya jî di nav de ye 5ê Tîrmehê li hev kir ku asta hilberînê di nava meha Tebaxê de rojane bi qasî 188 hezar bermîlên din zêde bikin.
Ev ji bilî wê zêdekirinê ye ku ji bo mehên Hezîran û Tîrmehê hatibû diyarkirin.



