Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îmzekirina peymana hinartina petrolê ya bi Tirkiyeyê re wekî "destkefteke stratejîk" bi nav kir.
Zeydî ragihand ku dê rojane herî kêm 750 hezar bermîl petrol bi rêya boriya navbera her du welatan ji bo Bendera Ceyhanê bê hinartin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî Xê daxuyaniyek da û got:
"Îro ji bo misogerkirina berdewamiya hinartina petrola me û xurtkirina hevkariya aborî ya bi Tirkiyeyê re destkefteke stratejîk a girîng pêk hat."
Asta herî kêm rojane 750 hezar bermîl e
Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku her du welatan peymanek ji bo veguhastin û barkirina petrola xav a Îraqê ya bi rêya boriya Îraq û Tirkiyeyê ji bo Bendera Ceyhanê îmze kiriye.
Wî diyar kir ku di vê peymanê de "Asta herî kêm a hinartinê dê rojane 750 hezar bermîl be."
Li gorî gotina Elî Zeydî, dê şîrketên Îraq û Tirkiyeyê yekser dest bi peywirên xwe bikin.
Her wiha wî eşkere kir ku her du hikûmet dixebitin da ku peymaneke çarçoveyî temam bikin.
Ev peyman dê sektorên petrol, elektrîk û çavkaniyên avê û warên din ên bipêşketin û aramiyê li xwe bigire.
Peymana dîrokî tê nûkirin
Peymana borî ya petrolê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de 26ê Tîrmehê bi dawî bûbû.
Lê peymana nû ya ku bi Wezareta Vejenê ya Tirkiyeyê û şîrketa BOTAŞê re hatiye îmzekirin, garantiyê dide ku dê hinartina petrolê saleke din bidome.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê da zanîn ku armanca Îraqê ne tenê rojane 750 hezar bermîl e.
Wî diyar kir ku ew di nava îsal de dixebitin da ku peymaneke nû îmze bikin.
Bi vê peymanê armanc dikin ku asta hinartina petrolê rojane derxînin 1,5 milyon bermîlan.
Ev yek jî dê bi nûkirina peymana dîrokî ya sala 1973yan a di navbera her du welatan de pêk were.



