Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr piçekî zêde bû. Şerê Amerîka û Îranê û biryara Banka Navendî ya Amerîkayê bandor li bihabûna zêr kir.
Bihayê her onsa zêr bi rêjeya ji sedî 0,3 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 76 dolaran.
Banka Navendî ya Amerîkayê doh rêjeya faîzê wekî xwe hişt.
Di heman demê de Kevin Warsh pêbendiya bankê ya ji bo kontrolkirina enflasyonê ducare kir.
Lê belê van daxuyaniyan di bazarên cîhanî de li ser gavên paşerojê yên bankê nediyarbûnek çêkir.
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa Marexê Edward Meir li ser mijarê got:
“Ez wisa bawer dikim ku bazar ji daxuyaniyên Warsh û şêwaza karê wî şok bûne û hinekî bê hêvî bûne çimkî diyar dibe ku ew ji bo bilindkirina rêjeya faîzê ya bankê ne gelekî bi coş e.”
Meir her wiha da zanîn ku bilindkirina faîzê piştgirî daye bihabûna zêr.
Her çi qasî zêr wekî stareke ji bo parastina sermayeyê ya li hemberî enflasyonê were dîtin jî dema rêjeya faîzê bilind be, zêr vê taybetiya xwe winda dike.
Aloziyên li Rojhilata Navîn
Ji aliyê din ve, artêşa Amerîkayê ragihand ku wan îro êrişên nû birine ser Îranê.
Vê yekê şerê ku 5 meh in berdewam dike û herêm tê de asê maye gurtir kir.
Di heman demê de bihayê petrolê hinekî daket çimkî keştiyên petrolê di Rojhilata Navîn re derbas dibin.
Şîrovekarên şirketa TD Securitiesê diyar kir ku egereke kêm e zêr karibe vê bihabûna xwe demeke dirêj biparêze.
Wan pêşbînî kir ku bihayê zêr ber bi 3 hezar û 900 dolarî ve dakeve, bi taybetî jî pêşbînî dikin ku ev yek havînê pêk were.



