Hewlêr (Rûdaw) - Niha rojane nêzîkî 25 milyon metre sêca gaza Îranê digihîje Îraqê û Îraq ji ber kirîna gazê bi 2 milyar dolaran deyndarê Îranê ye.
Berdevkê berê yê Wezareta Elektrîkê û pisporê warê enerjiyê Ehmed Mûsa Ebadî ji Rûdawê re ragihand ku Îraqê li gel Îranê peymanek îmze kiriye ku rojane 50 milyon metre sêca gazê jê bikire.
Bi wê mêjera gazê ji sedî 30ê elektrîka Îraqê tê hilberîn lê niha Îran kêmtirî wê dişîne.
Ehmed Mûsa Ebadî amar dan me û diyar kir, “Niha tenê 25 milyon metre sêca gaza Îranê digihîje ku sotemeniyê ji bo beşek ji stasyonên elektrîkê dabîn dike.
20 milyon metre sêca ji bo naverasta Îraqê û 5 milyon jî ji bo başûrê Îraqê ne.”
Îraq nikare deynê xwe bide
Li gorî gotina Ehmed Mûsa Ebadî, “Niha Îraq di kirîna gazê de bi 2 milyar dolaran deyndarê Îranê ye lê ji ber sizayên li ser Îranê nikare wî deynî bide.”
Xetên elektrîkê hatine rawestandin
Îranê berê bi rêya çar xetan elektrîk dida Îraqê ku mêjera wê di navbera 1000 û 1200 megawattan de bû.
Lê Ehmed Ebadî eşkere kir ku ev pirtirî salekê ye ew her çar xet ji ber sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê hatine rawestandin.
Ji sala 2018an ve Amerîka ji hikûmeta Îraqê dixwaze ku hewl bidin kêmtir pişta xwe bi gaz û elektrîka Îranê girê bidin.
Ji sala 2018an û vir ve Amerîkayê bi dehan caran rawestandina sizayan ji bo Îraqê nû kiriye da ku karibe enerjiya Îranê bikire.

.jpg&w=3840&q=75)

