Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 3yan bilind bû û gihîşt asta herî bilind a çar hefteyên dawî.
Amerîkayê careke din dorpêçên deryayî danîn ser Îranê û her du welatan êrişên xwe yên li Tengava Hurmizê tundtir kirin.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 1,50 dolarî zêde bû û bermîl bi 84,80 dolarî hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 1,70 dolarî bilind bû û gihîşt 79,84 dolaran.
Êrişên asmanî yên Amerîkayê
Artêşa Amerîkayê sê şev in li pey hev êrişî Îranê dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump siza danîn ser keştiyaniya Îranê û pêşniyar kir ku ji bo parastina Tengava Hurmizê ji sedî 20 bac were sepandin.
Birêvebirê şirketê KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê diyar kir:
“Bipêşketinên dawî yên wekî dorpêçên Amerîkayê û bersivên Îranê, bi awayekî eşkere metirsiyên nû xistin nav bazarê.
Her çend tengav bi temamî nehatibe girtin jî armancên dijber ên her du aliyan dabînkirina petrolê xistiye nav rewşeke nezelal.”
Hatin û çûyîna keştiyan kêm bûye
Amarên keştîvaniyê nîşan didin ku hejmara wan keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, gihîştiye asta herî nizm a du mehên dawî.
Analîstê şirketê Phillip Nova Priyanka Sachdeva anî zimên:
“Guherîna sereke ya ku divê were şopandin, livîna fîzîkî ya petrola xav a di nav Tengava Hurmizê de ye. Her astengiya cidî ya li ber livîna tankeran, dê bibe sedema bilindbûna zêdetir a bihayê petrolê.”
Metirsiya Hûsiyan a li ser Deryaya Sor
Ji aliyê din ve, Hûsiyên Yemenê Siûdî bi bombebarankirina balafirgeheke di bin kontrola xwe de tohmetbar kir û mûşek avêtin Erebistana Siûdî.
Pisporê bazarên darayî Simon Wong li ser vê rewşê got:
“Eger Hûsî êrişên xwe yên li ser saziyên petrolê yên Siûdiyê yên li Deryaya Sor berfireh bikin, dê di veguhastina petrola herêmê de bibe sedema nezelaliyeke mezintir.”



.webp&w=3840&q=75)