Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa petrolê ya Gulf Keystone Petroleum (GKP) ragihand ku wan piştî destpêkirina ducare ya karên xwe, asta hilberîna petrolê ya li qada Şêxanê ya Herêma Kurdistanê zêde kiriye.
Niha rojane zêdetirî 43 hezar bermîlan petrol tê hilberîn. Şirket hewl dide peymanên hinartinê yên demdirêj îmze bike da ku dahata xwe zêde bike.
Ji 24ê Hezîrana 2026an ve ku dest bi hilberîn û hinartina petrolê hatiye kirin, Gulf Keystoneyê bi berdewamî asta hilberînê li qada Şêxanê bilind kiriye û di rojekê de gihandiye ser 43 hezar bermîlan.
Birêvebiriya şirketê dibêje ku ew dê di hefteyên pêşiya de li ser bîrên petrolê bêhtir bixebitin da ku asta hilberînê baştir bikin.
Her wiha wan diyar kir ku ew rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê û herêmê jî bi hûrgilî dişopînin.
Firotina bi bihayê cîhanî
Di dema pirkirina hilberînê de, Gulf Keystone hewl dide peymanên hinartinê yên demdirêj îmze bike da ku petrola xwe bi bihayê bazarên cîhanê bifroşe.
Şirket di wê baweriyê de ye ku peymana hinartinê ya timî dê dahata wan aram bike û rêya wan ber bi bazarên navneteweyî ve veke.
Di heman demê de, şirket li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo danîna planeke nû ya bipêşketinê ya ji bo qada Şêxanê di nav dan û standinan de ye.
Tê çaverêkirin ku ev plan di paşerojê de nirx û bipêşketina vê qada petrolê bêhtir bike.
Rewşa darayî ya şirketê
Rewşa darayî ya Gulf Keystoneyê baş e û qerzên (deyn) wê kêm in. Vê yekê wiha kiriye ku şirket li beramberî guherîn û daketina bihayê petrolê ya li cîhanê li ber xwe bide.
Sala 2025an di dahata neqdî ya şirketê de hinek kêmbûn hebû û pişkên wê di borsayê de hinekî daketibûn lê vê berxwedana şirketê berdewam kir.
Gulf Keystone Petroleum şirketeke serbixwe ya hilberîna petrol û gazê ye û karên xwe li Herêma Kurdistanê kom kiriye.
Pişkên şirketê di borsayên London û Osloyê de tên firotin û şirket serperiştiya qada Şêxanê dike ku yek ji qadên herî mezin ên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ye.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)