Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê di roja yekem a dan û standinên vê hefteyê de, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 1,3 daket û onsa zêr gihîşt 4,060 dolarî.
Îranê ragihandiye ku Tengava Hurmizê dê heta demeke ne diyar girtî bimîne lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku tengav vekirî ye.
Bihayê petrolê îro bi rêjeya zêdetirî ji sedî 4an bilind bû.
Vê yekê jî dilgiraniya li ser serhildana ducare û bilindbûna enflasyonê pirtir kiriye.
Berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê bi giştî dilgiraniya xwe ya zêde li ser fişarên enflasyonê anî zimên.
Civîna bê ya bankê 28 û 29ê Tîrmehê ye û vebêrhener niha li benda weşandina rapora bihayan a li Amerîkayê ne û çavên bazirganên zêr li daxuyaniyên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh in.
Pêşbîniyên li ser bihayê zêr
Li gorî gotina analîstê bazarên darayî yê şirketê IGyê Tony Sycamore, zêr hîn jî li hemberî pêşketinên jeopolîtîk û amarên enflasyona Amerîkayê gelekî hestyar e.
Sycamore diyar kir ku bihayê zêr hefteya borî xaleke piştgiriyê ya nêzîkî asta 4 hezar dolaran ditiye.
Wî destnîşan kir ku eger bihayê zêr li nêzîkî asta 4,200 û 4,220 dolarî bimîne, dê bibe sedema bilindbûneke bilez a ber bi asta 4,491 dolaran ve.
Wî hişyarî da ku eger amarên enflasyonê nîşan bidin ku bîhayê tiştan bêhtir dibe, dê fişarên li ser bihayê zêr berdewam bikin.
Amarên enflasyonê yên li Amerîkayê dê sibe werin belavkirin.
Her wiha sibe Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê dê li ser siyaseta bankê agahiyan bide nûnerên Amerîkayê.


.webp&w=3840&q=75)
