Hewlêr (Rûdaw) - Destpêkirina ducare ya êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê û êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê, bandor li zêr kir.
Doh bihayê onseke zêr ji 4180 dolarî daketibû nêzîkî 4090 dolarî û ons îro bi nêzîkî 4126 dolaran tê firotin.
Dilgiraniyên li ser enflasyonê
Destpêkirina ducare ya êrişan, dilgiraniyên li ser enflasyonê û bilindbûna rêjeya faîza bankê ducare zêde kirin.
Ev yek bi taybetî ji ber bilindbûna bihayê zêr e ku îro bi rêjeya ji sedî 0,5 bilind bû û onsek zêr gihîşt nêzîkî 4126 dolaran.
"Tirsa enflasyonê careke din serî hilda"
Pisporê bazarên darayî Ilya Spivak li ser vê mijarê got, "Tirsa ji bilindbûna enflasyonê careke din serî hilda.
Nirxê kaxezên darayî yên xezîneya Amerîkayê daket û xirxê dolar bilind bû, ev jî bû sedem ku bihayê zêr dakeve."
Veberhêner li benda biryara faîzê ne
Li gorî rapirsiyan, bazirgan niha egera bilindkirina faîzê ya di meha îlonê de bi rêjeya ji sedî 63 dibînin.
Veberhêner li benda belavkirina notên civîna Banka Navendî ya Amerîkayê ne da ku di bin birêvebiriya Kevin Warsh de nîşanên nû yên li ser paşeroja rêjeya faîzê peyda bikin.



