Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro nêzîkî ji sedî 2yan bilind bû.
Ev yek piştî wê hat ku artêşa Amerîkayê êrişeke asmanî bir ser Îranê û ducare siza li ser firotina petrola xav a Îranê sepand.
Êrişên berê sibehê yên Amerîkayê yên li ser Îranê tirs çêkir ku agirbesta di navbera wan de nemîne û dabînkirina petrola Rojhilata Navîn ducare raweste.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên asmanî wekî bersivekê bûn ji bo êrişên Îranê yên li ser sê keştiyên bazirganiyê ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Bihayê petrolê
Bihayê petrola brent 1,38 dolaran anku ji sedî 1,9 bilind bû û gihîşt 75,54 dolaran.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya 1,37 dolaran yanî ji sedî 1,9 bilind bû û gihîşt 71,81 dolaran.
Petrola brent û ya Teksasê doh jî nêzîkî ji sedî 3yan biha bûbûn.
Serokê Lêkolînan ê Saziya “MST Marquee”yê Saul Kavonic anî zimên:
"Aloziyên niha ji bo bazarê nîşanek in ku derbasbûna ji Tengava Hurmizê hîn jî çi qasî hestyar û tijî rîsk e."
Êrişên li ser keştiyan
Îranê berpirsyariya êrişên li ser keştiyan negirtiye ser xwe lê Qeterê Îran tohmetbar kir.
Qeterê ragihand ku bi dronê êrişî keştiyeke wan a gaza xwezayî hatiye kirin.
Her wiha çavkaniyên ewlehiyê dibêjin ku zerer gihîştiye keştiyeke petrolê ya Siûdiyê ya bi navê "Wadyan" a li nêzîkî Umanê.



