Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Gumrika Sineyê ragihand, di 3 mehên bihara îsal de kel û pelên ku bihayê wan zêdetirî 82 milyon dolarî ye bi rêya deriyên sînorî yên parêzgehê hatine hinartin ku ev rêje li gorî par kêm bûye.
Birêvebirê Gumrika Parêzgeha Sineyê Feramerz Umêdî ragihand ku ji 21ê Adarê heta 21ê Hezîranê ango di 3 mehan de zêdetirî 311 hezar ton kel û pel di deriyên sînorî yên parêzgehê re hatine hinartin.
Feramerz Umêdî diyar kir ku bihayê hinardeyê 82 milyon û 264 hezar dolar bûye ku beşa herî zêde ji bo Herêma Kurdistanê hatiye hinartin.
Ev yek di demekê de ye ku li gorî amarên Birêvebiriya Gumrika Sineyê, di 3 mehên bihara par de ango ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Hezîrana 2025an, qebareya hinardeya parêzgehê zêdetirî 135 milyon dolarî bû.
Li gorî vê yekê, hinardekirina kel û pelan a li parêzgeha Sineyê li gorî par bi rêjeya ji sedî 39 kêm bûye.
Birêvebirê Gumrika Parêzgeha Sineyê li ser hawirdeyê jî got:
"Di wan 3 mehan de zêdetirî 41 hezar ton kel û pel ku dike bihayê zêdetirî 54 milyon dolarî bi rêya deriyên sînorî yên parêzgehê hatine hawirdekirin."
Parêzgeha Sineyê 227 kîlometreyan bi Başûrê Kurdistanê re hevsînor e.
Bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Başmaxê yê li Merîwanê û Deriyê Sînorî yê Seyranbenê yê li Baneyê di navbera her du aliyan de dan û standinên bazirganî û geştyarî tên kirin.



