Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro daketina xwe ya çend rojên dawî domand.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1 daket û gihîşt nêzîkî 4 hezar û 50 dolarî.
Ev di her du hefteyên dawî de asta herî nizm a bihayê zêr e.
Îhtimala bilindkirina faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ve bûye sedema bilindbûna endeksa dolar û ev yek jî zererê dide bihayê zêr.
Aloziya Amerîka û Îranê
Bazirganên zêr her wiha li bendê ne ka di pêwendiyên Îran û Amerîkayê de dê çi rû bide.
Di navbera her du aliyan de li ser çawaniya dan û standina bi bernameya nukleerê ya Îranê re nakokî çêbûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran razî bûye ku saziyên wê yên nukleerê ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ve werin kontrolkirin.
Lê rayedarên Îranê vê yekê red dikin û dibêjin wan li ser vê mijarê ti tawîz nedane.
Îran û Amerîkayê her wiha li ser çawaniya berdana pereyên cemidandî yên Îranê jî nakok in.
Ev yek jî rîska hilweşîna peymana aştiyê ya di navbera her du welatan de zêde dike.
Bandora şerê Îranê
Şîrovekarê şirketa şêvirmendiyê ya TastyLiveyê Ilya Spivak di vê derbarê de ragihand:
"Ev zexta ku em li ser bihayê zêr dibînin, bandora wan bipêşketinên şerê Îranê ye."
Wî şîrovekarî got, "Bilindbûna enflasyonê dibe sedem ku îhtimala bilindkirina faîza bankeyê zêde bibe.
Ev yek jî di daketina qîmeta bondên xezîneya Amerîkayê û bilindbûna faîza li ser wan bondan de xuya dibe."
Ilya got ku bilindbûna faîza li ser bondên xezîneya Amerîkayê dibe sedema bilindbûna qîmeta dolar û daketina bihayê zêr.
Piştî destpêkirina şerê Îranê, bihayê zêr ji sedî 23ê qîmeta xwe winda kiriye.
Zêr her tim wekî mertalekê li beramberî enflasyonê dixebite, lê di jîngeheke aborî ya ku faîza wê bilind e de, ev bandor kêm dibe.
Îhtimalên bilindkirina faîzê
Li gorî rapirsiyan, heta hefteyek berê tenê îhtimala carekê ya bilindkirina faîzê hebû, lê niha di nav vê salê de îhtimala 3 caran a bilindkirina faîzê heye.
Sibe amarên enflasyonê û bihayê xerckirinê yên li Amerîkayê dê werin weşandin ku tê çaverêkirin bandoreke mezin li ser bihayê zêr bikin.
Ilya Spivak li ser van amaran got:
"Eger amarên enflasyonê bilindbûna zêdetir a bihayan nîşan bidin, bi îhtimaleke mezin bihayê zêr dê sînorê 4 hezar dolarî bişkîne û dê dakeve 3 hezar û 800 dolaran.
Piştî wê jî divê em li bendê bin ka dê bihayê zêr hîn zêdetir dakeve asta 3 hezar û 500 dolaran an na."

.webp&w=3840&q=75)

