Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Brîtanayê Gulf Keystone Petroleumê (GKP) eşkere kir ku ew bi tevahî amade ne ku piştî dabînkirina aramiyê ducare dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Vê şirketê berî civîna xwe ya giştî ya salane raporek belav kir.
Şirketê di raporê de bal kişand ser stratejiya xwe ya kêmkirina xerciyan û parastina şiyana xwe ya darayî.
Gulf Keystoneyê 28ê Sibata 2026an ji ber rewşa herêmê hilberîna petrolê ya li qada Şêxanê bi awayekî demkî rawestandibû.
Ev yek bû sedem ku çavkaniya sereke ya dahata şirketê were birîn û ev rewş heta niha jî didome.
Li gorî rapora dawî ya birêvebiriya şirketê, binesazî, tîmên kar û şiyana darayî di rewşa "amadehiya yekser" de hatine hiştin.
Armanc ew e ku hema piştî aramkirina rewşa herêmê, hilberî bi hemû şiyana xwe dest pê bike û petrolê bişînin bazarên navneteweyî.
Rewşa niha ya xebatên li qada Şêxanê
Şirketê ragihand ku tîmên wan ên teknîk ji bo parastina qadê planeke çalak bi cih tînin. Bi vî awayî dema ku derfet çêbibe, dê hilberîn bêyî derengketineke teknîk dest pê bike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku rawestandina karên li qada Şêxanê ji bo parastina ewlehiya karmendan û qadê wekî tedbîreke pêşwext hatiye kirin.
Birêvebiriya şirketê teqez kir ku ev rawestandin nabe sedema "zererê", berevajî vê, ew pêvajoyeke birêkûpêk e ji bo parastina şiyanên qadê.
Li goî birêvebiriya şirketê, wan rekoreke mînak a ewlehiyê tomar kiriye û sê salên li pey hev di dema kar de ti bûyerên ku bibin sedema windakirina wextî (Zero Lost Time Incidents) çênebûne.
Her wiha hinek projeyên stratejîk ên wekî pergala bipêşketî ya parastina avê ya li qada duyem a hilberînê (PF-2) didomin.
Gulf Keystoneyê ji bo parastina sermayeya xwe li hemberî vê qonaxa heyî hinek rêkarên darayî dan ber xwe.
Şirketê ragihand, "Me şiya lêçûnên xwe yên neqdî yên mehane bi rêjeya ji sedî 50 kêm bikin."
Ev kêmkirin bi rêya bipaşxistina projeyên ne mecbûrî, kêmkirina mesrefên karkirina qadan a heta bi asta herî kêm û kêmkirina xerciyên karmend û birêvebiriyê pêk hatiye.
Hevsengiya darayî ya şirketê bi rêya wergirtina şayisteyên petrola ku berî 28ê Sibata 2026an hatibû hilberîn hatiye parastin.
Her wiha firotina petrola xav a Hezîrana 2026an hinekî barê darayî yê li ser şirketê sivik kiriye. Niha di sindoqa şirketê de 66 milyon dolar hene.
Rêya destpêkirina hilberînê: Dan û standinên piralî
Gulf Keystoneyê di raporê de diyar kir ku dema destpêkirina hilberînê ya li qada Şêxanê bi rewşa siyasî ya herêmê ve girêdayî ye.
Birêvebirên şirketê destnîşan kir ku nîşanên aramiyê ber bi başbûnê ve diçin.
Sedema sereke ya vê geşbîniyê mohrkirina peymana çarçoveya siyasî ya di navbera Amerîka û Îranê de ye.
Tê çaverêkirin ku ev peyman alozî û girjiyên li Rojhilata Navîn, Îraq û Herêma Kurdistanê kêm bike.
Gulf Keystone ji bo sûdwergirtina ji vê atmosfera siyasî, tevlî dan û standineke piralî dibe da ku şertên ji bo destpêkirineke silamet werin diyarkirin.
Di van dan û standinan de sê aliyên sereke hene: Hikûmet Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û şirketên biyanî.
Armanca bazirganî ya Gulf Keystoneyê
Di beşa dawî ya raporê de armancên şirketê hatine rêzkirin û hat gotin:
"Armanca me ne tenê destpêkirineke teknîk e, em dixwazin rêyeke hinartinê ya berdewam garantî bikin û ji bo petrola hilberandî bihayekî navneteweyî û dadmend bistînin."
Niha şirket bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re li ser planeke nû ya ji bo bipêşvebirina qada Şêxanê di nava dan û standinan de ye.
Armanca demdirêj ew e ku hilberîna paşerojê li gorî bihayên bazara navneteweyî û li gorî peymana şirîkatiya hilberînê (PSC) were sererastkirin.




