Dusseldorf (Rûdaw) - Dosyeya penaberên Kurd a li Almanyayê di qonaxeke nû re derbas dibe û guhertinên berbiçav tê de çêdibin.
Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku ev 12 sal in li wî welatî dijî, eşkere kir ku Daîreya Koçberan a Almanyayê mafê wî yê penaberiyê betal kiriye.
Daîreya Koçberan a Almanyayê tenê 15 roj dane wî da ku li dijî vê biryarê îtirazê bike û serî li dadgehê bide.
Mihemed Ehmedê 32 salî ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev 12 sal in li Almanyayê dijî.
Ehmed li ser sedema betalkirina mafê xwe yê penaberiyê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî.
Mihemed Ehmed da zanîn ku li gorî nêrîna aliyên pêwendîdar ên Almanyayê, piştî rûdan û guhertinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rewş guheriye.
Aliyên fermî yên Almanyayê di wê baweriyê de ne ku êdî metirsî li ser jiyana wî nemaye û ti hincet nînin ku ew li Almanyayê bimîne û mafê wî yê penaberiyê berdewam bike.
Mihemed Ehmed li ser plana xwe ya paşerojê jî got:
"Tevî ku ji bo wergirtina mafê xwe hêviya min bi dadgehê heye jî, di rewşeke neçarî de ez li ser vebijêrkên din difikirim.
Eger em neçar bimînin vegerin, ez dikarim biçim Hewlêrê û li Başûrê Kurdistanê bijîm."
Di warê hişê çêkirî de xwedî bawername ye
Mihemed Ehmed di dema mayîna xwe ya li Almanyayê de asta xwe bilind kiriye û di warê hişê çêkirî (AI) û tenduristiyê de bawernameyên xwendinê bi dest xistine.
Ew niha wekî pisporekî di warê teknolojî û ITyê de dixebite.
Mihemed Ehmed her wiha anî zimên ku tevî astengî û pêşhatên neçaverêkirî jî ew dê dev ji xebata xwe bernede û got:
"Ez gav bi gav jiyana xwe ava dikim."



