Hewlêr (Rûdaw) - Herêma parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bi dewlemendiya floraya xwe û çavkaniyên avê, her demsal mazûvaniya bi sedan cor teyr û balindeyên koçber dike.
Herêma Çemê Erezê ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê, ji bo çivîkan qadeke girîng e.
Li Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çivîkan a Arasê, bi beşdariya pisporên Ewropayî lêkolînên zanistî tên kirin û corên teyr û balindeyan tên tomarkirin û şopandin.
Şopandina bi rêya satelaytê
Birêvebira Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çivîkan a Arasê Gul Tatarê derbarê xebatan de got:
"Em bi vî awayî rêya koçê ya çivîkan dişopînin lê xebatên gelekî cuda jî dikarin bên kirin.
Ji van yek jî xebata şopandina bi rêya satelaytê ye. Em dikarin satelaytan bi hinek çivîkan ve girê bidin.
Hinek satelayt 10 gram û hinek jî 6 gram in. Me vê demsalê bi 18 çivîkan ve çîp girê daye."
Bi heman awayî, herêmên avî yên navçeya Qamûşana Qersê jî mazûvaniya çivîkên koçber dikin.
Wênegirên xwezayê vê derfetê ji dest nadin û ji bo girtina wêneyên wan berê xwe didin Qersê.
Wênegir Can Akar li ser balindeyên herêmê wiha axivî:
"Em werdekên kovî, teyr û bazan ji nêzîk ve dişopînin û tomar dikin. Em li hêviya hemû jîngehparêzan in, bila werin vê derê.
Di vê demê de xebatên nuwaze dê bên kirin. Em ji bo vê yekê xebatên xwe bi hûrgilî dimeşînin."
110 corên çivîkan dijîn
Li gorî lêkolînên Birêvebiriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî, Komeleya Xwezayê ya Bakur û Zanîngeha Îdirê, li herêmên çiyayî û avî yên parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê 110 corên çivîk û balindeyan dijîn.