Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên ku bi sedema Roja Demjimêrsaziyê ya Cîhanê (10 Çiriya Pêşîn) hatine eşkerekirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina saetan a salane gihiştiye 8 milyon heban û qebareya bazarê jî derketiye 1,5 milyar dolaran.
Di warê bihayan de beşa herî zêde ya hawirdeyê ji Swîsreyê tê.
Her wiha kar û xebat berdewam dikin da ku "Roja Demjimêrsaziyê ya Cîhanê" ya ku ramana wê ji Tirkiyeyê derketiye, têkeve salnameya UNESCOyê.
Li gorî agahiyên Komeleya Karsazên Demjimêrsaz a Giştî (TUSAD) û Jûra Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO), bazara saetan a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe.
Tê texmînkirin ku qebareya bazarê ya ku di sala 2023yan de 1,37 milyar dolar bû, heta sala 2025an gihiştiye 1,5 milyar dolaran û salane jî derdora 8 milyon saet tên firotin.
Hawirdeya saetan a Tirkiyeyê di sala 2025an de li gorî sala derbasbûyî, ji sedî 14,7 zêde bûye û gihiştiye 525,4 milyon dolaran.
Tê çaverêkirin ku ev hejmar di dawiya sala 2026an de bigihe 600 milyon dolaran.
Ji 7,57 milyon saetên ku hatine hawirdekirin, di warê bihayan de ji sedî 71,3yê wan berhemên Swîsreyê ne.
Di heman demê de, hinardeya saetan jî 41,4 milyon dolar (349 hezar û 608 saet) bûye.
Tê pêşbînîkirin ku qebareya bazarê di sala 2028an de bigihe 2,35 milyar dolaran
Serokê Desteya Birêvebiriya TUSADê Ahmet Aydin diyar kir ku li Tirkiyeyê daxwazeke zêde li ser saetan heye û bazareke wan a çalak heye.
Aydin da zanîn ku di vî karî de hilberîna navxweyî hema bêje nîne û tê payîn ku qebareya bazarê di sala 2028an de derkeve 2,35 milyar dolaran.
Her wiha destnîşan kir ku li seranserê welêt nêzîkî 8 hezar firoşgeh û dikanên temîrkirinê hene û saetên giranbiha yên Swîsre û Japonyayê, bi taybetî li bajarên mezin, gelekî tên xwestin.
Di nav kiryaran de "vîntage" û "markayên mîkro" derdikevin pêş
Endamê Meclîsa Komîteya Demjimêrsaziyê ya ÎTOyê Çagri Gundogdu jî behsa xwestek û tercîhên kiriyaran kir.
Gundogdu diyar kir ku li bazarê meyla vegera li berê (vîntage) û para markayên mîkro yên bi dîzaynên xwe yên nûjen zêde bûye.
Navborî anî ziman ku ji ber vê pêşbaziyê, êdî hilberînerên kevneşopî jî berê xwe didin dîzaynên nûjen.
Roja Demjimêrsaziyê ya Cîhanê li Swîsre û Amerîkayê jî hat qebûlkirin
Pêşniyara "Roja Demjimêrsaziyê ya Cîhanê" yekem car di sala 2024an de li Tirkiyeyê hatibû kirin.
Bi îlhama nîşana "10 û 10 deqe" (10:10) ku li ser saetan dîmenekî estetîk dide, biryar hatibû dayîn ku ev roj di roja 10ê a meha 10an de bê pîrozkirin û vê yekê di asta cîhanî de deng veda.
Gundogdu destnîşan kir ku bi tevlîbûna Amerîka, Federasyona Demjimêran a Swîsreyê û nêzîkî 15 welatên din, platforma "World Watch Day" (Roja Demjimêran a Cîhanê) hatiye avakirin.
Her wiha ji bo ku ev roj têkeve salnameya fermî ya UNESCOyê jî serlêdan hatine kirin.
Gundogdu herî dawî bal kişand ser kêmasiya hêza kar a jêhatî ya di sektorê de û ragihand ku piştî lîseya demjimêrsaziyê ya li Bursayê, ew armanc dikin ku li Stenbolê jî dibistaneke pîşeyî ya bi vî rengî vekin.



