کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Huner

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide xwendekarên muzîkê

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Pall Weşanê romana ewil a Înan Eroglu “Hotêl Geremol” çap kir
Huner24-11-2026

Pall Weşanê romana ewil a Înan Eroglu “Hotêl Geremol” çap kir

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin
Huner24-11-2026

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin

Avan Cemal wekî yek ji ‘Stêrkên Hilkişî’ hat destnîşankirin
Huner24-11-2026

Avan Cemal wekî yek ji ‘Stêrkên Hilkişî’ hat destnîşankirin

Silêmanî (Rûdaw) - Soprano û hunermenda operayê Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide ber destê 8 xwendekar û derçûyên Koleja Muzîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê.

Pervîn Chakar di masterklasa xwe ya 4 rojî de fêrxwazên xwe fêr dike ka çawa di asteke bilind de bibin operabêj.

Stranbêj Jale Îsmaîlê ku beşdarî masterklasê bûye li ser dersan got:

“Di du salên borî de li Îtalyayê beşdarî çend masterklas û festîvalan bûm. Niha di navbera klasa Mamoste Pervînê û yên Îtalyayê de ti cudahî nîne, heta gelekî baştir e jî çimkî bi zimanê şîrîn ê Kurdî ye û baştir ji me fêm dike.”

Piştî Amedê masterklasa duyem li Silêmaniyê ye

Ev masterklasa duyem a Pervîn Chakarê ye, ya yekem li Ameda Bakurê Kurdistanê bû.

Chakar niha li Silêmaniyê ye û dixwaze tecrubeya xwe ya di hunera navneteweyî de bigihîne ciwanên Kurd.

Hunermend Pervîn Chakarê li ser armanca xwe wiha got:

“Plana min a niha ev masterklas e. Ez dixwazim alîkariya ciwanên Kurd, ciwanên me, ciwanên stranbêj û muzîkjen bikim.

Projeya min a herî mezin jî Operahouse e, eger Operahouseke mezin li Hewlêrê yan jî Silêmaniyê bê avakirin potansiyel materyalê wê hene.”

Ji bilî beşdarên sereke, her kesî dikaribû li masterklasê amade bibe.

Serperiştyarê masterklasê Şêrko Mihemed Salih jî got:

“Rahênan sê roj in. Roja çarem jî dê li Zanîngeha Silêmaniyê ji bo Mamoste Pervînê û fêrxwazên serkeftî konsêrtek bê sazkirin.”

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar sala 1981ê li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Wê sala 2006an li Îtalyayê dest bi xwendina operayê kiriye û xwendina xwe ya masterê li Konservatuara Perugia Morlacchiyê qedandiye ku ew navendeke bilind a xwendina akademîk a muzîkê ye.

Chakarê her wiha muzîka operaya klasîk bi stran û muzîka Kurdî re têkel kiriye û li ser asta cîhanê konsêrên operayê li dar xistine.

Tecrubeya wê ya beşdarbûna li şanoyên operayê yên cîhanî heye û xewna wê ew e ku hemû tecrubeya xwe bigihîne ciwanên Kurd.

Pirsên