کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Lîstikvana Kurd Avan Cemal

Lîstikvana Kurd Avan Cemal

Huner

Avan Cemal wekî yek ji ‘Stêrkên Hilkişî’ hat destnîşankirin

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin
Huner24-11-2026

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide xwendekarên muzîkê
Huner24-11-2026

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide xwendekarên muzîkê

Diyar Keleş: Divê hezkirina ji bo karê mirov ji tirsê mezintir be
Huner23-11-2026

Diyar Keleş: Divê hezkirina ji bo karê mirov ji tirsê mezintir be

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvana Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Avan Cemal ku rola sereke di fîlmê Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" de lîstiye, ket lîsteya gera yekem a bernameya “Stêrkên Hilkişî yên Ereb”.

Ev bername ji aliyê kovara cîhanî ya “Screen International”ê ve di çarçoveya Festîvala Fîlman a Dohayê de hatibû lidarxistin.

Avan Cemal heta niha di sê fîlmên Îraqê yên ku ji bo Xelata Oscarê bûne namze de lîstiye û niha bala sînemaya cîhanê kişandiye ser xwe.

Ev destpêşxerî hevdemî 10 saliya xebatên kovara “Screen International”ê ye ku li herêmê li jêhatiyên nû digere.

Di vê gerê de li gel Avan Cemalê, sê jêhatiyên din ên ji Qeter, Misir û Erebistana Siûdî jî wekî stêrkên nû hatin nasandin.

Avanê di merasîma danasînê de tekez kir ku girîng e çîrokên civaka xwe bi awayekî resen vebêjin û bigihînin cîhanê.

Xewna xwişka wê bû îlham

Avan Cemal li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 2012an ji Swêdê koçî Brîtanyayê kiriye.

Ew li Londonê tenê beşdarî kurseke du hefteyî ya lîstikvaniyê bûye û di vî warî de ti perwerdeya wê ya akademîk nîne.

Avanê diyar kir ku xewna xwişka wê ya mezin ew han daye ku dest bi lîstikvaniyê bike û got:

“Xwişka min gelekî hez ji sînemayê dikir û xewna wê ew bû ku bibe lîstikvan lê mixabin malbata min rê neda wê.

Bi ya min ev yek bû sedem ku ez berê xwe bidim lîstikvaniyê. Dibe ku bêyî ku pê bihesim, ez parçeyekî biçûk ê ji xewna wê bi xwe re hildigirim.”

Sê fîlm û sê namzediyên Oscarê

Her çend xwendina wê ya akademîk nebû jî Avanê di fîlmê “Ezmûn”ê yê derhêner Şewket Emîn Korkî (2021) de rola sereke wergirt.

Ew fîlm bûbû nûnerê fermî yê Îraqê ji bo Xelata Oscarê.

Paşê wê di fîlmê “Messiyê Bexdayê” yê Sehîm Omer Xelîfe de rol lîst ku ew fîlm jî ji bo Oscara 2025an bûbû nûnerê Îraqê.

Avan Cemal niha di fîlmê Helkewt Mistefa yê bi navê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Naçî Bihuştê” de rola nîşangireke Kurd wergirtiye.

Ev fîlm jî wekî namzeda îsal a Îraqê yê ji bo Xelata Oscarê hatiye diyarkirin.

Avanê li ser rola xwe wiha got:

“Ji bo min gelekî biwate û girîng e ku derfet hebe ez çîroka jineke Kurd bigihînim temaşevanên navneteweyî.”

Ew her wiha hêvî dike ku hilbijartina wê ya wekî stêrkeke nû derî li ber hunermendên din ên herêmê jî veke.

Dixwaze li gel Scorsese bixebite

Avan Cemal ji bo paşerojê dixwaze di projeyekê de bi derhênerê navdar Martin Scorsese re bixebite û bi lîstikvanê naskirî Pierce Brosnan re rolê bilîze.

Lîstikvana Kurd plan dike ku di 5 salên bê de bibe yek ji lîstikvanên sereke yên Rojhilata Navîn û wekî rûyekî nû cihê xwe di sînemaya Brîtanyayê de jî xurt bike.

Festîvala Fîlman a Dohayê ku Avan tê de beşdar e dê heta 27ê Çiriya Paşîna 2026an berdewam bike.

Nûçeyên Têkildar

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin
Huner24-11-2026

‘Rûmeta Çiyayên Windabûyî’ ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide xwendekarên muzîkê
Huner24-11-2026

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li Silêmaniyê tecrubeya xwe dide xwendekarên muzîkê

Diyar Keleş: Divê hezkirina ji bo karê mirov ji tirsê mezintir be
Huner23-11-2026

Diyar Keleş: Divê hezkirina ji bo karê mirov ji tirsê mezintir be

Pirsên