Amed (Rûdaw) - Şanoya klasîk a Yunana kevnar Medea, piştî 2 hezar û 500 salan bi lîstikvaniya hunermenda navdar a ji Rojhilatê Kurdistanê Şebnem Yûsifiyê, li Amedê bi zimanê Kurdî derket pêşberî hunerhezan.
Lîstika ku li Şanoya Çand Amedê hat nîşandan, bi derhêneriya şanogera ji Mêrdînê Zelal Angayê hat amadekirin.
Medea çîroka jineke wêrek û serhildêr vedibêje ku li hemberî desthilatdarî, xiyanet û zordestiya hevjînê xwe dikeve nav berxwedaneke man û nemanê.
Berhema nivîskarê Yunan ê kevnar Euripides cara yekem sala 431ê ya Beriya Zayînê hatibû lîstin.
Medea yek ji klasîkên şanoya cîhanê ye û heta niha bi dehan zimanan li ser dikan hatiye lîstin.
Metna şanoyê ya Kurdî jî ji aliyê nivîskar û wergêrê ji Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Nemetî ve ji bo Kurdî hatiye guncandin.
Lîstikvana şanoyê Şebnem Yûsifiyê bal kişand ser rola jinê ya di lîstikê de û got:
"Dema Medea biryareke biçûk dide dikare qedera wî welatî bi temamî biguhere.
Di wir de diyalogek heye û dibêje, 'dilê jinê nazik e, tijî evîn e lê jin di qada şer de dilperoş e.'
Çimkî cîhana jinê ne cîhana wêrankirinê ye, lewra jin xwedawenda afirandin û avadaniyê ye.
Lê dema zilm û zorê dibîne biryarekê dide. Dema jinek biryarê bide wê demê gelek tiştan dike."
"Medea dişibe jinên Kurd"
Derhênera şanoyê Zelal Angayê jî bal kişand ser rewşa jinan a îro û got:
"Medea bi rastî jî dişibe jinên Kurd, jinên Kurd jî dişibin Medeayê.
Ji ber ku ev 2 hezar û 500 sal in ev rastî û ev tundiya li ser jinan neqediyaye, loma ev şano hîn jî li ser dikê ye."
Temaşevanan performansa şanoyê eciband
Temaşevanan jî li ser lîstika ku tundiya li dijî jinan radixe ber çavan kêfxweşiya xwe anî zimên.
Qesîm Etmanekî diyar kir ku performansa lîstikvanê gelekî serkeftî bû û anî zimên, "Wekî ciwanekî min gelekî ji lîstikvaniya wê hez kir. Wan awirên ku dan temaşevanan ez kêfxweş kirim."
Nivîskar Silêman Demîr jî zîrekiya lîstikvanê nirxand û got, "Lîstikvan gelekî zîrek bû. Hêvîdar im dengê min bigihêje wê û ez wê pîroz dikim."
Esat Alli bal kişand ser peyama şanoyê û got:
"Wekî mêrekî bibêjim, rastiya me û ya kevneşopiya ku em jê tên nîşanî me da. Me şaşiyên xwe jî tê de dîtin."
Reşît Elkatmiş jî got, "Ew zilma li ser jinê ya ku di lîstikê de tê vegotin me tê de dît."
Lîstikvana Kurd Şebnem Yûsifiyê ku heta niha bi performansa xwe rih daye dehan karakterên sînemaya Îranê û ya cîhanê, da zanîn ku dê rêwîtiya Medeayê li ser dikên gelek welatan bidome û ew dê her tim bibe dengê wêrekî û mafên jinan.


