Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo eşkerekirina bandorên siyaseta asîmîlasyonê ya li ser mûzîka Kurdî pêşniyaza lêkolînê da.
Di pêşniyazpirsê de hat xwestin ku 4 hezar û 971 stranên Kurdî yên ku hatine Tirkîkirin bi zimanê zikmakî û li ser navê çavkaniyên wan ên resen ji nû ve werin tomarkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çand û mûzîka Kurdî û vekirina lêkolîneke parlamentoyê serî li Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê da.
Ji 28 hezar stranan 4 hezar û 971 stran hatine Tirkîkirin
Uçar di sedema pêşniyazpirsê de cih da lêkolînên mûzîkolog Veysî Varli.
Li gorî amaran, Veysî Varli li ser 28 hezar stranan lêkolîn kiriye û derketiye holê ku ji wan 4 hezar û 971 stranên Kurdî hatine Tirkîkirin.
Hat destnîşankirin ku bi dehan salan di bin navê "gerên berhevkirinê" de heyet şandine bajarên Kurdan.
Di encama van xebatan de tenê di carekê de li Dîlokê 260 stran û li Amedê jî nêzîkî 600 stranî hatine berhevkirin.
Ev stran ji gotinên wan ên resen ên Kurdî û ji kokên wan ên dîrokî hatine qutkirin û di repertuwarên fermî de wekî stranên Tirkî hatine qeydkirin.
Stranên Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Zîrek jî hatine dizîn
Di berdewamiya sedemê de hat diyarkirin ku kesên bi navê berhevkirinê çûbûn Amedê, 6 mehan li gel du stûnên mezin ên mûzîka Kurdî Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Cizîrî di qonaxekê de mane û stranên wan wergerandine Tirkî.
Her wiha hat eşkerekirin ku di bin navê "Stranên Kerkûkê" (Kerkuk Turkuleri) de 86 stran û gelek berhemên hunermendê navdar Hesen Zîrek jî hatine dizîn û Tirkîkirin.
Hat destnîşankirin ku qeydên van stranan ên wekî dîroka gotinê, dema berhevkirinê û nivîsandina notayan di arşîvên Wezareta Çand û Geştûguzariyê û Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) de hene lê çavkaniyên wan ên rasteqîn û zimanê wan ê Kurdî di qeydan de tê veşartin.
"Divê arşîv bi awayekî şefaf werin vekirin"
Di pêşniyazpirsê de hat xwestin ku lêkolîneke berfireh li ser van xalan were kirin:
- Arşîvên fermî yên Wezareta Çandê û TRTyê ji lêkolîneran re werin vekirin.
- Hemû stranên Kurdî yên hatine Tirkîkirin li gorî çavkanî û zimanê wan ê resen ji nû ve werin tomarkirin.
- Ji bo lêkolînên akademîk ên li ser dîroka mûzîka Kurdî çavkaniyên fermî bên veqetandin.
- Ji dibistanên seretayî heta zanîngeh û konservatuwaran ji bo perwerdeya mûzîkê ya bi zimanê zikmakî mufredateke hevpar a Kurdî were amadekirin.



