Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Şerîfo, ji bo bîranîna şehîdên zindana Kobaniyê û Sîpan Hesekê berhemeke nû ya bi navê "Ax Dayê" belav kir.
Klîpa vê berhemê bi rêbaza hişê çêkirî li nava kavilên bajarê Kobaniyê hatiye amadekirin û balê dikişîne ser êş, koçberî û qêrîna gelê Rojavayê Kurdistanê.
Muzîka stranê ji aliyê Rodî Sofî ve hatiye çêkirin û karên mix û masteringê jî ji aliyê Fîras Huseynî ve hatine kirin.
Gotinên stranê ku behsa hesretê dikin, guhdaran xemgîn dike: Kesê me tine ye, ev dinya dijî me ye / Pêjna Sîpanê me nayê, ew jî dûrî me ye.”
Bîranîna Sîpan Hesekê
Şerîfo di tevahiya berhemê de şehîd Sîpan Hesekê bi bîr tîne.
Berhem di heman demê de xem û êşa bajarên Qamişlo, Efrîn û Kobaniyê tîne ziman û dibe dengê wan êşên ku di nava salên dawî de li herêmê jiyane.


