Hewlêr (Rûdaw) - Raperê Kurd Diyar Urunê ku wekî Ez Goyî tê naskirin, bi strana xwe ya nû ya bi navê "Amara" derket pêşberî guhdarên xwe.
Ez Goyî bi xwe ji navçeya Qilabanê ya Şirnexê ye û ev sê sal in ku koçî Almanyayê kiriye.
Berhema ku gotin û awaza wê yên wî bi xwe ne, diyarî keça xwe Amarayê kiriye.
“Ez dixwazim berê ciwanên Kurd bidim Rapa Kurdî”
Rapbêjê 25 salî yê ji Goyanê derbarê serpêhatiya xwe ya li gel Rapa Kurdî û armancên xwe ji Rûdawê re got:
“Sê sal in ez li Almanyayê dijîm, xanima min Alman e û 2 zarokên min hene. Navê yekê ji wan Amara û yekê ji wan jî Amîna ye.
Min strana dawî li ser keça xwe Amara û xweşikbûna wê çêkiriye. Berî salekê ji min re gotin tu bi Îngilîzî dizanî, Almanî, Tirkî û gelek zimanan dizanî “Çima Rapa Kurdî?” min got ez dixwazim Rapê bi zimanê dayikê amade bikim.
Ez dixwazim berê ciwanên Kurd bidim Rapa Kurdî û ciwanên Kurd rapa Kurdî çêbikin, armanca me ev e."
Klîpa stranê li gundê Şiyê yê navçeya Qilabanê hatiye tomarkirin ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin.
Derhênerî û tomara wê jî ji aliyê koma “Stêrk Berzah Media” ve bi xwebexşî hatiye kirin ku endamên wê ji ciwanên Qilabanê pêk tên.
Fenomena medyaya civakî ya ji Goyanê Medya Sosin jî lîstikavaniya klîpê kiriye. Wê ji Rûdawê re got:
“Me bi taybetî xwest li gundekî çiyayî yê ku ji ber şer hatiye rûxandin vê klîpê amade bikin. Ji ber ku Ez Goyî bi xwe jî koçberekî Goyî ye ku niha li Ewropayê dijî.
Me jî xwest bi taybetî vê klîpê li gundekî wiha tomar bikin. Ez jî bi cil û motîvên Kurdewarî derketim pêşberî we. Ez gelekî kêfxweş im ku bûm şirîk û hevkarê vê keda pîroz.”
Hunermendê Kurd Ez Goyî salek berê li Almanyayê li gel hinek hevalên xwe yên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê dest bi Rapa Kurdî kir.
Ez Goyî û koma xwe wekî şêwazeke taybet di klîpan de bi rûyên xwe yên maskekirî derdikevin.
Armanca wan a sereke ew e ku bi berhemên xwe yên Rapê nifşên nû û ciwanên Kurd bi ziman û çanda wan ve girê bidin.


