Dusseldorf (Rûdaw) - Şêwekarê Kurd Alî Zulfîkar ev zêdetirî 30 salan e ji welatê xwe çûye û nikare careke din axa welêt bêhn bike.
Lê dîsa jî bi rêya tabloyên xwe pêwendiyeke wî ya kûr bi reh û rîçalên wî re heye.
Alî Zulfîkar şêwekar Kurd ê Elewî yê Bakurê Kurdistanê ye.
Wî hunerê xwe kiriye amûrek ji bo derbirîna hestên xwe û kêşana portreyên kesayetiyên cuda.
"Huner dikare dinyayeke ciwantir biafirîne"
Alî Zulfîkar ji Rûdawê re qala hunerê xwe kir.
Wî anî zimên ku her çi qasî huner nikaribe cîhanê ji bêdadiyê rizgar bike jî dikare dinyayeke ciwantir biafirîne.
Tabloyên li ser şûşeyê
Ji sala 2014an ve Alî Zulfîkar di şêwaza çêkirina tabloyên xwe de guhertin kiriye û êdî wan bi rengan nîgar nake.
Ew teknîkeke cuda bi kar tîne û bi bikaranîna rengên asîdî ku taybet in bi cil û bergan, tabloyên xwe li ser şûşeyê dinexşîne.
Piraniya tabloyên wî jî portre ne.
Tabloyên wî ne tenê wêne ne, her wiha derbirîna pirsgirêka nasnameyê û hestkirina bi paşguhxistina neteweyî, olî û civakî ne.
Tevî ku Alî Zulfîkar nekariye fêrî zimanê Kurdî bibe jî ev yek nebûye sedem ku ew xwe wekî Kurd nebîne.
Berhemên wî li muzexaneyekê tên pêşandan
Niha li yek ji kargehên kevn ên hesin û polayê yên li Almanyayê ku kirine muzexane, berhemên wî tên pêşandan.
Tabloyên wî li rex karên zêdetirî 70 şêwekarên din cih digirin.
Ew di wê pêşangehê de bi tabloyên taybet bi jinan beşdar e.
Yek ji wan tabloyan portreya Hemîde Akbayirê ye ku parlamentera berê ya herêma Nordrhein-Westfalenê ye.
Alî Zulfîkar zanîngeha hunerê li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê xwendiye.
Ew yek ji şêwekarên navdar ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Lê wekî ku ew bi xwe dibêje, tevî salên dûr û dirêj ên li diyasporayê hîn Almanya nebûye welatî wî yê duyem.
Bi têgihiştina xwe ya kûr a ji bo hunerê, ew heta trajedyayên biçûk jî dike berhem.
Wekî wê dema ku di serdema koronayê de kesekî maske xistibû ser tabloyeke Greta Thunbergê, wî jî her bi wî awayî di pêşangehên xwe de pêşandan kir.


