Wan (Rûdaw) - Nûsxeyeke Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya ku beriya bi sedan salî hatiye nivîsandin ji nû ve hat çapkirin.
Ev pirtûk ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Wanê ve hat amadekirin û ji bo vê berhemê li Wanê merasîmeke taybet hat lidarxistin.
Amadekarên berhemê û gelek niştecihên Wanê beşdarî merasîmê bûn.
Destxeta ku 257 sal berê hatiye nivîsandin gelek xêzên cografî û helbestên şairên klasîk di nav xwe de dihewîne.
Duyemîn berhema herî kevn a Kurdî ye
Piştî lêkolîn û xebateke gelekî dûr û dirêj destxeteke Mem û Zînê hat peydakirin.
Ev destxet 257 sal berê ji aliyê xetatekî bi navê Selîm ve hatiye nivîsandin.
Pirtûk li gorî eslê xwe ji nû ve hat çapkirin.
Ev berhem di dîroka Kurdan de duyemîn berhema herî kevn e ku tarîxa nivîsandina wê diyar e.
"Kurd êdî Ehmedê Xanî hêdî hêdî fêm dikin"
Amadekarê pirtûkê Prof. Dr. Mahîr Taha li ser berhemê axivî û got:
"Kurd êdî Ehmedê Xanî hêdî hêdî fêm dikin. Em jî dixwazin vê fêmkirinê zelaltir bikin. Ji bo vê yekê di vê pirtûkê de rêyeke nû heye.
Ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd hêdî hêdî dîroka xwe nas dikin.
Ew mezinên xwe fêm dikin. Em jî hewl didin fêmkirina wan asantir bikin."
31 wêneyên ku bi destan hatine xêzkirin
Mem û Zîn sedsala 17an ji aliyê feylesofê mezin Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin û wekî şaheserekê tê qebûlkirin.
Ev nûsxe li herêma Bedlîsê dest bi dest geriyaye û heta roja îro hatiye.
Di nav rûpelên wê de 31 wêneyên ku bi destan hatine xêzkirin hene.
Her wiha hinek qesîdeyên Feqiyê Teyran û Melayê Bateyî jî wekî xeml lê hatine zêdekirin.
"Divê ev pirtûk di her maleke Kurdan de hebe"
Mamosteyê Kurdî Abdurrahîm Orhan qala girîngiya Ehmedê Xanî kir û got:
"Ehmedê Xanî ji bo me Kurdan kesekî gelekî girîng e. Divê ev pirtûk di her maleke Kurdan de hebe.
Pêwîst e her Kurdek feyzê ji felsefeya wî bigire. Çimkî ew felsefe neteweperwerî û cengaweriya Kurdan vedibêje û çanda Kurdî di nav xwe de dihewîne."
Bi piştgiriya Enstîtuya Ehmedê Xanî
Ev pirtûk bi piştgiriya Şaxa Wanê ya Enstîtuya Ehmedê Xanî hatiye amadekirin.
Ew bi dîrok, çîrok, têbiniyên nivîskar û xemlên xwe di nav lîteratura Kurdî de cihekî gelekî biqîmet digire.
Amadekarên berhemê di vê lansmanê de li ser çawaniya dîtina destxetê agahiyên berfireh dan.
Her wiha wan bal kişand ser girîngiya berhemê ya di dîroka Kurd û Kurdistanê de.

