Hewlêr (Rûdaw) - Li hemberî pirsgirêkên parastina mafan û belavkirina nefermî ku bi salan e hunera Kurdî pê re rûbirû ye, şirketeke muzîkê ya bi navê "SHAZ Music" ji Kanadayê ve wekî çareseriyekê derketiye pêş.
Şirket ne tenê muzîka Kurdî digihîne platformên navneteweyî, di heman demê de mafên madî û manewî yên hunermendan jî diparêze.
Xwedî û birêvebirê SHAZ Musicê Îsa Mêrgesorî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û ragihand ku pêwîstî û zehmetiyan ew han dane ku dest bi vî karî bikin û got:
“Me dît ku dinya ber bi pergaleke dîjîtal ve diçe û belavkirina berhemên hunerî bi şêweyekî klasîk nemaye.
Lê sîstemên mezin ên cîhanî rasterast li gel gelek welatan kar nakin, wekî mînak Îraq, Îran û Sûriye, ji ber ku sîstemên bankî û gelek sîstemên din li wan deran ne pêşketî ne.”
Îsa Mêrgesorî ji bo çareserkirina vê valahiyê bi rêya serpêhatî û pêwendiyên xwe yên li Kanadayê, karîbû pirekê di navbera hunermendên Kurd û şirketên mezin ên cîhanî de ava bike.
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ku Îsa Mêrgesorî amaje pê kir “dizîna berheman” bû ku bi vî rengî qala wê kir:
“Yek ji mijarên herî bingehîn ku me dest bi vî karî kir ev mijar bû (dizîna berheman). Dema ku me berhemek ji hunermendekî wergirt, em têxin ser sîstema ‘Content ID’ê.
Êdî kesekî din nikare wê berhemê bibe û li platforma xwe belav bike û karê jê bike. Dema ku belav jî bike, ew dahat û tiştek jê re namîne.”
Îsa Mêrgesorî derbarê cudahiya dahata ku ji platformên dîjîtal tê jî ev agahî dan:
“Bihayê guhdarîkirinê li her welatî cuda ye. Wekî mînak, ji bo her hezar guhdarîkirinê li Amerîkayê, dahat dikare bigihîje nêzîkî 4 dolaran lê heman hejmar li welatekî wekî Kurdistan an Îraqê, nagehîje dolarekî. Ev jî li gorî hêza bazirganî ya wî welatî ye.”
SHAZ Musicê bi rêya van hewldanan, heta niha karê zêdetirî 1000 hunermendên Kurd girtiye ser milên xwe, di nav wan de navên wekî Nasir Rezazî, Hesen Şerîf û Sefqan Orkêş hene.
SHAZ Music bi karê parastina arşîvên hunermendên nemir re jî radibe, bi vî awayî xizmeteke girîng ji bo parastin û belavkirina hunera Kurdî pêşkêş dike.


