Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê dê li Almanyayê konsereke mezin li dar bixe.
Di konserê de dê 14 hunermend derkevin ser dikê û lîstikvanên tîmê jî amade bin.
Amedspor di çarçoveya çalakiyên xwe de amadehiyan dike.
Tîm dê 31ê Çiriya Pêşîn a 2026an li bajarê Hildesheimê yê Almanyayê konsereke mezin li dar bixe.
Dê lîstikvan formayan îmze bikin
Desteya birêvebir a Amedsporê û lîstikvan dê di vê konserê de amade bin.
Beşdar dê derfetê bibînin ku lîstikvanên tîmê ji nêzîk ve bibînin.
Her wiha ew dê karibin bi wan re biaxivin û formayên xwe bi wan bidin îmzekirin.
14 hunermend derdikevin ser dikê
Piştî merasîma îmzekirina formayan, dê 14 hunermendên navdar derkevin ser dikê.
Hunermend dê di konserê de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Ew hunermendên ku dê beşdar bibin ev in: Koma Amed, Ferqîn Azad, Mehmet Akbaş, Seyda Perînçek, Lavîn Perînçek, Erdem Altinses, Azad Bedran, Zelal, Ergîn Xelîkan, Zozan Zûdem, Amed Dêp, Eylul Nazlier, Rêber Serhed, Dodan û Kewê.
Konsereke "jibîrnekirî"
Dê deriyên hola konserê 31ê Çiriya Pêşîn a 2026an demjimêr 19:00yan ji bo beşdaran werin vekirin.
Li gorî gotina rayedarên Amedsporê, dê ew konser bibe şeveke "jibîrnekirî".
Dîroka Amedsporê
Tîma Amedsporê sala 1972yan hatiye damezirandin û rengên wê sor, kesk û spî ne.
Di destpêkê de bi navê "Melik Ahmet Turan Spor" tevlî lîgên amator ên Amedê bû.
Sala 1990î ji aliyê Şaredariya Amedê ve hat kirîn û navê tîmê wekî "Tîma Şaredariya Diyarbekirê" hat guhertin.
Sezona 2006-2007an ji Lîga Sêyemîn gihîşt Lîga Duyemîn a Tirkiyeyê.
28ê Çiriya Pêşîn a 2014an di kongreyekê de navê tîmê wekî Amedspor hat guhertin.
Sezona 2023-2024an bû şampiyona Lîga Sêyemîn a Tirkiyeyê û gihîşt Lîga Duyemîn.
Sezona 2024-2025an bû şampiyon û gihîşt Lîga Yekemîn.
Sezona 2025-2026an gihîşt Lîga Super aTirkiyeyê.



