Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê Rojên Sînemayê yên Ewropayê 21ê Çiriya Pêşîn dest pê dikin.
Di vê çalakiyê de dê 16 fîlm nîşanî temaşevanan bên dayîn.
Çalakî bi hevkariya Daîreya Kar û Barên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Agahiyan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya DTSOyê tê lidarxistin.
Çalakî 21ê Çiriya Pêşîn dest pê dike û dê 4 rojan dewam bike.
Rojên Sînemayê 25ê Çiriya Pêşîn bi dawî dibin.
Fîlm dê li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê bên nîşandan.
16 fîlmên ku di çalakiyê de bên nîşandan dê di heman demê de li Amed, Antalya, Îzmîr, Samsun û Trabzonê derkevin pêşiya sînemahezan.
Fîlmên welatên Ewropayê
Di lîsteyê de fîlmên Awisturya, Belçîka, Danîmarka, Estonya, Fransa, Îrlanda, Spanya, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Holenda, Polonya, Portugal, Yunanistan û Swêdê hene.
Ev fîlm dê cihêrengiya çandî ya Ewropayê bi zimanê sînemayê bigihînin temaşevanan.
Di bernameyê de fîlmên komedî, dram, belgefîlm û anîmasyon hene.
Fîlm dê mijarên gerdûnî yên wekî pêwendiyên malbatî, nasname, guherîn û pirsgirêkên civakî derxînin ser perdeya spî.
Merasîma vebûna festîvalê 21ê Çiriya Pêşîn saet 18:00an li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê tê kirin.
Sînemahez dê van 5 rojan derfetê bibînin ku nimûneyên herî nû û balkêş ên sînemaya Ewropayê bê pere temaşe bikin.
"Amed careke din bi hunerê re digihîje hev"
Koordînatorê Navenda Agahiyan a Yeketiya Ewropayê ya DTSOyê Mehmet Nezîr Guneş li ser projeyê axivî.
Mehmet Nezir Guneş bal kişand ser wê yekê ku sînema di navbera çandan de qadeke xurt a ragihandinê ava dike.
Guneş her wiha destnîşan kir ku ew kêfxweş in ku reng û dengên cuda yên sînemaya Ewropayê digihînin sînemahezên Amedê û got:
"Amed careke din bi hunerê re digihîje hev. Em dê çîrok, cîhan û hestên sînemakarên welatên cuda yên Ewropayê li Amedê bigihînin temaşevanan.
Em bi têgihiştina 'çîrokên cuda, hestên hevpar' vê festîvalê li dar dixin û li benda hemû sînemahezan in."



