Riha (Rûdaw) - Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê wekî "Bajarê Muzîkê" yê sala 2026an ragihand.
Ev cara yekem e ku bajarekî Bakurê Kurdistanê ji aliyê UNESCOyê ve wekî Bajarê Muzîkê tê diyarkirin.
"Bila muzîka Kurdî li cîhanê deng bide"
Gelek kesên li Rihayê hîn ev biryara UNESCOyê nebihîstine lê dema dibihîzin gelekî kêfxweş dibin.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Halîl li ser vê yekê got:
"Na wele em pê nehesiyane. Ez niha dibihîzim, înşelah xêr e. Dê sûda wê ji bo Rihayê hebe. Ew dê ji derve bên û dan û standinê bikin. Sûda wê gelek e."
Welatî Mistefa Çoban jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got, “Em gelekî kêfxweş bûn. Gelekî rind e, aferim.”
Abdulkadir Kiliç jî diyar kir ku ev biryar dê turîzmê zêde bike û wiha pê de çû:
"Sûda wê wiha ye, ew dê xwe li cîhanê bide naskirin. Ev biryar turîzmê zêde dike."
Niştecihê Rihayê Abdullah Laçîn jî bal kişand ser muzîka Kurdî û wiha axivî:
"Ez hez dikim muzîka Kurmancî li cîhanê belav bibe. Bila dinya pê bihese. Bila zanibin ku li Rihayê muzîk xweş dertê. Bila zanibin ku muzîka Kurmancî xweş dertê."
Xelkê Rihayê Mihemed Batmaz jî got, "Sûda wê ji bo turîzmê heye. Ev daxuyanî bi sûd e. Ji bo dewletê û ji bo milet jî rind e."
Îzed Dogan jî bi kurtasî got, "Bila muzîka Kurdî ya li Rihayê li hemû cîhanê deng bide. Em ji vê yekê hez dikin."
Şirketên turîzmê çi difikirin?
Rihayî di wê baweriyê de ne ku ev biryara UNESCOyê dê berê geştiyarên biyanî bide Rihayê.
Gelo şirketên turîzmê li ser vê mijarê çi difikirin?
Birêvebirê Şirketa Tûrîzmê Efe Hasan Çetîn diyar kir ku Riha xala sifirê ya dîrokê ye û axaftina xwe wiha domand:
"Me ji Rihayê re digot paytexta şaristaniyê. Riha xala sifirê ya dîrokê ye. Xwarin, mirov, xan û sûkên vê derê bê hempa ne.
Li cîhanê kêm cih û warên wekî Girê Miraza û Girê Keçelê hene. Ez bawer im mînakên wiha li ti derê cîhanê nînin.
Di ser de ev der bû paytexta muzîkê jî. Ji sedî sed dê sûda wê hebe."
Divê were gotin ku UNESCO her sal bajarên muzîkê yên cîhanê eşkere dike û ev car yekem e ku navê bajarekî Bakurê Kurdistanê jî dikeve vê lîsteyê.


