Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, kevneşopiya qetandina kosteka zarokan berdewam dike.
Deziyê ku li her du tiliyên serî yên lingên zarokê ku gava yekem avêtiye diqetîne û dibeze, zarokên din jî didin pêy wî.
Li gorî baweriyan, eger zarokê ku kîsê şîraniyê di dest de ye neyê girtin û nekeve erdê, bextê wî zarokî di jiyanê de vekirî ye.
“Bera hev bidin lê nekevin xwarê”
Ulkiye Çuncuyê bi vî rengî qala vê kevneşopiya Kurdan kir:
“Dema ku sala wan temam dibe, em kosteka wan diqetînin. Dema ku bi çarpiya darin û radibin û dikevin, em dezî li pêçiyên wan girê didin û tasek av jî li pêş wan datînin, em kîsek şîranî jî tînin û bang zarokan dikin û em dibêjin bera hev bidin lê nekevin xwarê, eger hûn bikevin, wê zarok jî rabe û bikeve. Nigê xwe li tasa avê dixin û direvin, av çito difire, bila çêle (zarok) jî wanî serbest bimeşin.”
Dema kosteka zarokan tê qetandin şîranî tê kirîn û li zarokên gund tê belavkirin.
“Divê zarokê ku direve, nekeve xwarê û neyê girtin”
Mehmet Tekçe jî got:
“Wexta ku zarok dest bi meşê dikin, kosteka wî zarokî tê qetandin. Ev edetek e me ya pir kevn e. Deziyekî li her pêçiyê zarok girê didin, zarokek diqetîne û direve û zarokê din jî dide dû wî.
Eger zarokê dide dû, zarokê li pêş bigire, wate dê jiyana wî zarokê nerind derbas bibe.
Divê zarokê ku direve, nekeve xwarê û neyê girtin. Eger neyê girtin li gorî baweriyan jiyana wî rind derbas dibe.”
Li gorî vê kevneşopiya ku gelekî kevn e, eger zarokê ku kostekê diqetîne were girtin ji bo zarokê ku kosteka wî tê qetandin ne baş e û dê di jiyana xwe de rastî gelekî zehmetiyan were lê eger neyê girtin û careke din bi silametî were cem zarok wê demê jiyana wî rihettir dibe û bextê wî vekirî ye.



.jpg&w=3840&q=75)