Hewlêr (Rûdaw)
- Yekitiya Weşangerên
Amerîkayê (AAP) Xelata Azadiya Weşangeriyê ya Navneteweyî ya îsal da
Weşanxaneya Avestayê ku ji ber weşandina berhemên li ser çand û edebiyata
Kurdî tim rastî zext û sansurê hatiye.
Weşanxaneya
Avestayê sala 2005an jî ev xelat wergirtibû û îsal cara duyem e ku vê xelata
navneteweyî werdigire.
Têkoşîna ji bo
azadiya raderbirînê
Yekitiya
Weşangerên Amerîkayê (AAP) ragihand ku Xelata Azadiya Weşangeriyê ya
Navneteweyî ya îsal ji bo Weşanxaneya Avestayê ye.
Ev xelat ji bo
wêrekiya di parastina azadiya raderbirînê de didin wan weşangerên ku li derveyî
Amerîkayê ne.
Seroka AAPyê
Maria A. Pallanteyê di daxuyaniyekê de got:
"AAPyê
beriya 20 salan ked û xebata Avestayê qebûl kiribû. Tevî hemû gef û zextan jî
di vê demê de pêbendbûna wan a bi weşangeriyê re tenê xurttir bûye.
Em bi pîrozkirina
vê têkoşîna wêrek a bi dehan salan a Avestayê kêfxweş in çimkî ev têkoşîn nîşan
dide ku şerê ji bo azadiya raderbirînê bingeha azadiyê ye lê ti carî bi temamî
bi dawî nabe."
"Çirayeke
geş e ji bo rêya me"
Weşanxaneya
Avestayê sala 1995an bi armanca balkişandina ser çandên windabûyî û çanda
Kurdan hat damezirandin.
Weşanxaneyê heta
niha bi zimanên cuda bi sedan pirtûk çap kirine ku piraniya wan li ser Kurdan
in.
Avesta di dîroka
xwe de rastî gelek astengian hat; depoya wê hat şewitandin, gelek pirtûkên wê
hatin qedexekirin û sala 2023yan jî malpera wê bi hinceta "propagandaya
terorê" ji aliyê desthilatê ve hat astengkirin.
Damezirînerê
Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser wergirtina xelatê got:
"Wergirtina
Xelata Azadiya Weşangeriyê ya AAPyê ya cara duyem, hêzeke mezin dide armanca me
ya bipêşxistina edebiyat, lêkolîn û çanda Kurdî.
Ev xelat çirayeke
geş e ku dê rêya me ya dirêj a li pêşiya me ronî bike."
Xelat ji 2002yan
ve tê dayîn
Xelata Azadiya
Weşangeriyê ya AAPyê sala 2002yan hatiye damezirandin.
Beriya niha
weşanxaneya "Editorial Dahbar" a Venezuelayê û firoşkar û weşangerê
ji Hong Kongê Gui Minhai jî ev xelat wergirtibûn.
Par Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihandibû ku ew dawî li şerê çekdarî tîne û çekên
xwe datîne û niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyek heye.
Keskîn da zanîn
ku wan heta niha di helwesta hikûmetê ya li hemberî weşanxaneyê de ti guherîn
nedîtine lê ew ji bo paşerojê bi hêvî ne.
ÇAVKANÎ: AP



