Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma bi navê "Nanê bi Tama Xweliyê" li Festîvala Dopaoyê ya li Portugalê xelata kurtefîlma herî baş wergirt.
Derhênerê belgefîlmê Hêmin Alanî ji Rûdawê re qala serkeftina fîlmê xwe kir.
Li Tengava Hurmizê hatiye kişandin
Hêmin Alanî got, "Fîlmê min li Festîvala Navneteweyî ya Dopaoyê ya li Portugalê xelatek wergirt."
Hêmin Alanî da zanîn ku belgefîlma wî li Tengava Hurmizê hatiye girtin û heta niha li gelek festîvalan hatiye nîşandan.
Hêmin Alanî diyar kir ku belgefîlma wî li ser axa nêzîkî Tengava Hurmizê ye.
Belgefîlm nîşan dide ka xelkê wê herêmê ji bo çêkirina nan çawa sûdê ji axa xwe werdigire.
Derhêner ji Rojhilatê Kurdistanê ye
Festîvala Dopaoyê di navbera 18 û 23yê Îlonê de hat lidarxistin.
Festîval li bajarokê Albergaria-a-Velhayê yê li bakurê Portugalê tê lidarxistin.
Hêmin Alanî ji bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 35 salî ye.
Hêmin Alanî heta niha 9 fîlm û belgefîlm çêkirine.
Ew niha jî li ser Çiyayên Zagrosê belgefîlmekê amade dike.


