Hewlêr (Rûdaw) - Romana navdar a nivîskara Brîtanî Agatha Christieyê ya bi navê “Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de” bi Kurdiya Dîbar Çelîk ji Pall Weşanê derket.
Romana “Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de” ji aliyê wergêr û akademîsyen Dibar Çelik ve ji zimanê Îngilîzî hatiye wergerandin û ji aliyê Weşanên Pallê ve hatiye çapkirin.
Agatha Christie wekî "Şahbanûya Edebiyata Polîsî" tê naskirin û ev berhema wê yek ji şahkarên herî girîng ên edebiyata polîsî ya cîhanê tê qebûlkirin.
Cinayeta li trênê û lêkolîna Hercule Poirot
Bûyera romanê di nava zivistaneke dijwar de derbas dibe.
Trêna Ekspresa Rojhilatê di nav berfê de asê dimîne û nikare rêya xwe bidomîne.
Di nava trêna qelebalix de, serê sibehê karsazekî Amerîkî di kompartmana xwe de bi 12 derbên kêran hatiye kuştin û deriyê odeya wî jî ji hundir ve girtî ye.
Dedektîfê navdar Hercule Poirot jî li ser heman trênê ye ku ji Helebê vedigere Londonê.
Wezîfeya ronîkirina vê kuştina bi raz dikeve ser milê Poirot û ew dikeve ser şopa kujer.
Şahbanûya Edebiyata Polîsî: Agatha Christie
Romana “Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de” cara ewil sala 1934an hat çapkirin.
Nivîskara wê Agatha Christie sala 1890î ji dayîk bûye û wekî şanonivîs û çîroknivîseke Brîtanî li seranserê cîhanê deng vedaye.
Ew afirînera karakterên navdar ên dedektîfan ên wekî Hercule Poirot û Miss Marpleê ye.
Christieyê 66 romanên polîsî, 14 berhevokên çîrokan û şanonameya navdar "The Mousetrap" nivîsandine.
Her wiha bi nasnavê Mary Westmacottê 6 roman nivîsîne.
Pirtûkên Christieyê zêdetirî 2 milyar nusxeyan hatine firotin û li zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin.
Piştî Încîlê û Shakespeare, pirtûkên wê herî zêde li seranserê cîhanê hatine çapkirin.
Nivîskara navdar sala 1976an çû ser dilovaniya xwe.
Dibar Çelik kî ye?
Wergêrê pirtûkê Dîbar Çelîk sala 1982yan li Semsûrê ji dayîk bûye.
Lîsansa Mamostetiya Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) xwendiye.
Mastera xwe li Zanîngeha Okanê û doktoraya xwe li Zanîngeha Bogaziçiyê di beşa wergernasiyê de qedandiye.
Çelîk berê jî romana "Girava Gencîneyê" ya R. L. Stevenson sala 2010an wergerandibû Kurdî.
Lêkolîna wî ya li ser kovara Hawarê sala 2025an ji aliyê weşanxaneya Brillê ve hat çapkirin.
Vê lêkolînê sala 2026an xelata "Serbest Best Book Award in Humanities in Kurdish Studies" wergirt.
Dîbar Çelîk niha li Fransayê li Zanîngeha Rouenê xebatên xwe yên akademîk didomîne.



