Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê zarokeke keç li Qada Fîrdewsiyê li erbaneyê dixe. Ew bi vî awayî ji bo xwendekarên hejar alîkariyê kom dike.
Keçika biçûk a bi navê Jîvan Kerîmî çend şev in diçe Qada Fîrdewsiyê.
Ev qad dikeve ser cadeya herî qerebalix a Sîneyê û ew li wê derê erbaneyê dixe.
Dixwaze xelkê kêfxweş bike
Jîvan dibêje ku armanca wê ew e ku xelkê kêfxweş bike.
Her wiha wê soz daye ku ew pereyên ku xelk dide wê, ji bo kirîna qirtasiye û pêdiviyên dibistanê yên xwendekarên hejar bibexşîne.
Bihayê pêdiviyan zêdetirî du qatan biha bûye
Îro li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê milyonek û 830 hezar xwendekar dest bi sala nû ya xwendinê dikin.
Ji van xwendekaran 182 hezar û 736 kes dê dest bi pola yekem a seretayî bikin.
Li gorî amarên fermî, îsal bihayê pêdiviyên dibistanê zêdetirî du qatan biha bûye.
Di bazara qirtasiye û cil û bergên dibistanê de jî firotin zêdetirî ji sedî 40î kêm bûye.


