Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "statuya fermî ya hunermendiyê" da 24 dengbêjên Mala Dengbêjan a Amedê.
Li Amedê êdî dengbêjî dibe pîşeyeke fermî û çavkaniyeke debarê û sînorên wê mîrata çandî derbas dike ku tenê li dîwanan tê pêşkêşkirin.
Seroka Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û qala xebatên parastina çanda dengbêjiyê û piştgiriya şaredariyê ya ji bo dengbêjan kir.
Zeynep Yaş ji bo dengbêjan got, "Em van kesan wekî kedkar û parêzvanên resen ên çanda me ya devkî dibînin û qebûl dikin."
Yaşê eşkere kir ku ev biryar ji bo xwedîderketina li dengbêjan berhema xebateke demdirêj a şaredariyê ye.
Zeynep Yaşê bi bîr anî ku Mala Dengbêjan a Amedê sala 2007an hatiye vekirin û diyar kir:
“Ev dengbêjên me nêzîkî 20 salan e kar û barê xwe yê dengbêjiyê li Mala Dengbêjan bi rê ve dibin û dimeşînin.”
Wê anî ziman ku ji bilî van 24 dengbêjan, gelek dengbêjên din jî ji herêmên cuda yên Kurdistanê tên Mala Dengbêjan û hunera xwe pêşkêş dikin.
“Me xwest statuyeke hunerî hebe”
Zeynep Yaşê derbarê sedema dayîna statuya fermî wiha got:
“Me pêwîst dît ku êdî ew bi statuyeke hunerî li vê derê cihê xwe bigirin ji ber ku ew bi berdewamî tên û diçin û xebata xwe li vir didomînin.”
Yaşê bal kişand ser wê yekê ku berê tenê nasnameya hunerî ya 7 dengbêjan ji aliyê Wezareta Çandê ve hatibû dayîn lê ji ber ku temenê gelek dengbêjên din mezin bû, ew ji vê statuyê bê par mabûn.
Zeynep Yaşê derbarê xebata Şaredariyê û girîngiya Mala Dengbêjan wiha berdewam kir:
“Lê belê em wekî şaredarî van kesan dengbêjên xwe yên esas qebûl dikin, ji ber ku ew kedkar û rencberên çand û hunera me ya devkî ne, bi taybetî jî kedkarên çanda me ya resen in.
Ji ber wê jî me xwest ku ew li wê derê karibin dengbêjiyê bikin û me bi awayekî fermî jî ev yek pêk anî.”
Sûdên peymanê
Zeynep Yaşê derbarê sûdên wê peymanê agahî dan ku bi dengbêjan re hatiye îmzekirin:
“Êdî kîjan dengbêjê me were wê derê, ew dema hunera xwe li saziya me pêşkêş bike dê xwediyê mafê xwe be.
Berê jî me wisa dikir lê belê niha fermiyeta vê mijarê çêbû.”
Yaşê her wiha da zanîn ku ji ber temenê wan ê mezin ne pêkan bû ku dengbêj wekî xebatkar di şaredariyê de bên qebûlkirin lê bi vê statuya hunerî re ew êdî dikarin bi awayekî fermî hunera xwe pêşkêş bikin.
Dengbêjê herî ciwan ê di nav van 24 kesan de 27-28 salî ye û li gorî gotina Zeynep Yaşê nêzîkî 15 dengbêjên wan di ser 70 saliyê re ne.
"Jin û mêrên Kurd bi hezaran salan bi hev re dengbêjî kiriye"
Zeynep Yaşê mijara cihê jinan ê di nav dengbêjiyê de wekî “nîqaşeke berfireh” bi nav kir û got ku ew bi xwe jî wekî pispora çanda devkî û dengbêjiyê li ser vê mijarê lêkolînan dike.
Wê diyar kir ku çanda dengbêjiyê di nav jin û mêran de bi awayekî xwemalî berdewam kiriye û jin û mêrên Kurd bi hezaran salan di nav rez û pez de, li zibare (palûte) û çandiniyê bi hev re dengbêjî kiriye û got:
“Jinên dengbêj ên wekî Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û Elmas Mihemed di dîwanan de kilam gotine.
Her wiha piştî sedsala 19an me navê jinên hunermend û dengbêjên profesyonel bihîstiye ku li dîwanan rûniştine.”
Yaşê amaje bi wê yekê kir ku îro di nav çanda bajêr de ev yek li Mala Dengbêjan pêkan e, derfet ji bo jinan zêdetir in û wekî şaredarî ew bi rêya Konservatuara Aram Tîgran û kursan ji bo ciwanan û bi taybetî jî ji bo jinan derfetan çêdikin da ku xwe di vî warî de perwerde bikin.
Planên ji bo paşerojê
Zeynep Yaşê derbarê planên nû yên şaredariyê û çalakiyên dengbêjiyê wiha got:
“Em vê çandê dê bi dîwanan re sînordar nekin û bigihînin qadên berfireh, dengbêjên me beşdarî gelek bernameyên me yên derve jî dibin.”
Yaşê wekî mînak behsa çalakiyên li parka Koşuyoluyê û Mala Kal û Pîran kir û got ku dengbêj û çîrokbêj li wan deran hunera xwe bi gel re parve dikin û anî zimên:
“Dîwanên me rojane ji hemû kesî re vekirî ne. Mala Dengbêjan di heman demê de wekî bingeheke perwerdeyê ye ku ciwan kengî bixwazin dikarin bên û fêr bibin.”
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)