Hewlêr (Rûdaw) - Koma şanoyê ya Şanowanê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê destana navdar ya Kurdî "Zembîlfiroş" bi versiyoneke nû derdixe ser dika şanoyê.
Lîstik ji aliyê derhêner, nivîskar û akademîsyenê navdar ê Kurd Dr. Qutbedîn Sadiqî ve hatiye nivîsandin û lîstik dê roja şemiyê (19ê Îlona 2026an) cara yekem li Wanê derkeve pêşberî şanohezan.
Lîstika şanoyê ya bi zimanê Kurdî "Zembîlfiroş" dê li hola şanoyê ya qata sêyemîn a Mola Aydin Perîhanê ya li navenda Wanê were pêşkêşkirin.
Kadroya lîstikê û keda hunerî
Ev berhema nû ya şanoyê ji aliyê nivîskar û zimanzan Dr. Perwîz Cîhanî ve li zaravayê Kurmancî hatiye wergerandin û muzîka lîstikê jî ji aliyê muzîkjen Zozan Alpê ve hatiye amadekirin.
Di kadroya lîstikvanan de Eda Çavaş, Ergul Kutlar, Ferhat Aslan, Firat Atilgan, Îlayda Şengul, Nadiya Setvat, Seher Aslan û Welat Hakan Geçîrgen cih digirin.
Destaneke sedsalan û 450 versiyonên cuda
Destana Zembîlfiroş yek ji berhemên herî kevnar ên çanda devkî ya Kurdî ye ku heta niha nêzîkî 450 versiyonên wê yên cuda hatine tomarkirin.
Ev destan cara yekem di sedsala 16 û 17an de ji aliyê helbestvanê mezin Feqiyê Teyran ve bi risteyan hatiye hûnîn.
Pişt re sala 1776an ji aliyê Mirad Xanê Bazîdî ve hatiye tomarkirin û sala 1856an jî ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve bi şêweyê pexşanê hatiye nivîsandin û radestî Balyozê Rûsyayê yê Erziromê Alexandre Jaba hatiye kirin.
Derhêner Dr. Qutbedîn Sadiqî diyar kir ku wî ev şanoname li ser bingeha wê versîyonê amade kiriye ku rojhilatnasê Alman Oskar Mann li derdora sala 1900î li bajarê Mehabadê bi zaravayê Soranî tomar kiribû û di pirtûka "Tuhfey Muzeferiye" ya Mamoste Hêmin Mukriyanî de hatibû weşandin.
Ev berhem 11emîn lîstika şanoyê ye ku Dr. Sadiqî li ser bingeha destanên resen ên Kurdî dinivîse.
Rola pêşeng a jinê û wateya felsefî
Derhêner Dr. Qutbedîn Sadiqî bal kişand ser kûrahiya felsefî û rola jinê ya di nava destanê de û got:
"Çîrok ji aliyê îrfanî ve li ser kamilbûna exlaqî ya mêr li hemberî sê hêmanên desthilatdarî, dewlemendî û hewesê hatiye avakirin lê di heman demê de yekem çîrok e ku rola jinê digihe asta rola mêr û jin xwedî kesayetiyeke wêrek, zana û hevbeş tê nîşandan.
Zembîlfiroş berî her tiştî li ser nasnameya mirovê Kurd û şiyanên wî yên hizrî yên bêhempa lêhûrbûneke kûr e."
Çîroka Zembîlfiroş xwedî du rîwayetên sereke ye: Ya yekem serpêhatiya kurê Mîrê Mûsilê Mihemed Emîn e li Başûrê Kurdistanê. Ya duyem jî serpêhatiya kurê Hakimê Amedê Mîr Seîd e li Bakurê Kurdistanê.
Li her du beşên Kurdistanê jî gorên ku wekî gora Zembîlfiroş tên zanîn ji aliyê xelkê ve tên ziyaretkirin.
Dr. Qutbedîn Sadiqî kî ye?
Dr. Qutbedîn Sadiqî di sala 1953yan de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew derhênerê şanoyê, lîstikvan, şanonivîs û yek ji pêşengên herî navdar ên hunera dramatîk e.
Sadiqî sala 1975an Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê qedandiye û pişt re master (1979) û doktoraya xwe (1985) di warê Hunerên Dramatîk de li Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê temam kiriye.
Wî di salên 1980yî de Koma Şanoyê ya Hunarê ava kir ku di bipêşketina şanoya nûjen de roleke dîrokî lîstiye.
Dr. Sadiqî bi vê berhema xwe ya li Wanê, hewl dide şanoya Kurdî bi rêya klasîkên neteweyî bigihîne qonaxeke nûjen a cîhanî.

.jpg&w=3840&q=75)
