Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd Kav) ji bo şopandin û ragihandina çalakiyên Kurdan ên li Stenbolê sepaneke nû ya bi navê "Kurdistanbul" amade kir.
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd Kav) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku sepan li ser Apple Store û Google Playê cihê xwe girtiye.
Kurd Kavê di daxuyaniya xwe de li ser armanca sepanê ev agahî dan:
"Wekî Kurd-Kav, me sepana Kurdistanbulê da destpêkirin.
Hûn dikarin vê sepanê ji Apple Storeyê yan jî Google Playê daxînin telefonên xwe.
Bi rêya vê sepanê, em armanc dikin ku çalakiyên giştî, civîn, çalakiyên çandî û kar û barên saziyên Kurdan û civaka Kurdan ên li Stenbolê bişopînin, belge bikin û di dema xwe de ragihînin.
Em dê van hemûyan li ser platformekê bikin."
Kurd Kavê her wiha bangî saziyên Kurdan kir û got:
"Ji bo vê armancê, em bangî saziyên Kurdan û civaka Kurdan ên li Stenbolê dikin ku bi weqfa me re pêwendiyê deynin.
Em hêvî dikin ku hûn bi parvekirina vê daxuyaniyê piştgiriyê bidin me."
Kurd Kav çi ye?
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd Kav) sala 1992yan bi pêşengiya 98 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd hat damezirandin.
Piştî damezirandinê, weqfê ji bo tomarkirina fermî 5 salan têkoşîna hiqûqî da.
Weqf sala 1996an ji aliyê dadgeha bilind ve hat tomarkirin û statuya fermî bi dest xist.
Kurd Kav, piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê saziya yekemîn e ku bi navê "Kurd" hatiye tomarkirin.
Serokê Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî Abdurrahîm Delî ye.
Her çend piraniya damezirînerên weqfê siyasetmedar bin jî Kurd Kav ne saziyeke siyasî ye.
Armanca wê ya sereke ew e ku li ser çand, huner û edebiyata Kurdî lêkolînên zanistî bike, berheman arşîv bike û bigihîne xelkê.
Di xala 3yan a bernameya damezirandina weqfê de ev prensîb cih digirin:
· Li ser maf û azadiyên bingehîn lêkolînan bike.
· Li ser ziman, çand û dîroka Kurdan lêkolîn û vekolînan bike.
· Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê û bipêşxistina werzişê bixebite.
· Di her astê de (ji pêşdibistanê heta zanîngehê) saziyên perwerdeyê veke.
· Kursên zanistî, çandî, hunerî û perwerdeyî veke.
· Enstîtu, navendên lêkolînê û saziyên bi vî rengî veke.
· Xebatên radyo û televîzyonê bike.
· Bursên perwerde, lêkolîn û bipêşxistinê bide.
· Piştgiriyê bide hunermend, zana û lêkoleran.
· Pirtûkxane û muzeyan veke.
· Alîkariya kesên ku ji karesatên xwezayî, bûyerên civakî û şeran zerer dîtine bike.
.webp&w=3840&q=75)


