Kobanî (Rûdaw) - Pêşangeha Şêwekariyê ya Şopa Rengan li Kobaniyê bi 50 tabloyan deriyên xwe vekir.
Di nav 17 şêwekarên beşdar de, ciwana astengdar û koçbera ji Girê Spî Sozdar Elî balê dikişîne.
Sozdar Elî bi tabloyên xwe hezkirina xwe ya ji bo Kobaniyê nexşandiye.
Di Pêşangeha Şopa Rengan de huner ji bo hemû kesan deriyek e.
Sozdar Eliya 28 salî, bi xwe ji Girê Spî ye lê li Kobaniyê koçber e.
Ew ji lingekî xwe astengdar e û 3 tabloyên binirx pêşkêş kirine.
Yek ji wan bi navê “Kobanî” ye ku tê de hezkirina xwe ya ji bo Kobaniyê diyar dike.
Şêwekar Sozdar Eliyê got:
"Min tabloyek bi navê Kobanî û goristana şehîdan a Kobaniyê çêkir.
Tabloya min li ser navê Kobaniyê ye, demeke berê xwestin ku navê Kobaniyê biguherin û bikin Eyn El-Ereb.
Me jî xwest em bi rêya wêneya xwe bidin naskirin ku navê Kobaniyê her tim Kobanî ye û ti carî nayê guhertin."
50 tablo û 17 şêwekar
Pêşangeha Şopa Rengan cara heftemîn hat lidarxistin û berhemên 17 şêwekaran ku di warê wênesaziyê de perwerde dîtine, hatin pêşkêşkirin.
Piraniya berheman serpêhatiyên herêmê, salên berxwedanê û bîranînên ku di bîra civakê de mane, vedibêjin.
Birêvebira Beşê Şêwekariyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xidoyê ya Kobaniyê Emîne Hisênê da zanîn:
"Em salane vê pêşangehê li dar dixin, îsal jî ya heftemîn e.
Di pêşangeha îsal de 50 tablo hene, ew 50 tablo her yek çîrokek e.
17 şagirt in, her yekî ji 2 tabloyan heta 5 tabloyan pêşkêş kirine.
Her kesî ew bi hest û zanebûna xwe çêkirine û her yek çîrokek e."
Di nav reng û tabloyan de bîranînên Kobaniyê careke din bi hunerê tên vegotin.
Şopa Rengan dê ji bo 2 rojan deriyên xwe li ber temaşevanan veke da ku reng bibin zimanê bîranînan.
.webp&w=3840&q=75)

