Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya nivîskar Keremo ya bi navê “Şîrhelal” ji Weşanxaneya J û Jyê derket.
Pirtûk ji 160 rûpelan û 17 kurteçîrokan pêk tê.
Pirtûkê navê xwe ji serpêhatiyeke Bavê Nemir Mele Mistefa Barzanî wergirtiye.
Piştî rûxîna Komara Kurdistanê ya sala 1946an, Mele Mistefa Barzanî û 500 Pêşmergeyên pê re di ser Bakurê Kurdistanê re derbasî Yekîtiya Sovyetê dibin.
Ev serpêhatiya ku li herêma Serhedê qewimiye, bi Şoreşa Îlonê fêkî daye.
Peyama sereke ya pirtûkê ev e, heke mirov şîrhelal be, dê rojekê bigihêje armanca xwe.
Çîrokên êş û evînê
Di pirtûkê de 17 kurteçîrok hene û 2yan ji wan xelat standine.
Her çîrokek ji bûyerên rastîn hatiye wergirtin û bi zimanekî edebî hatiye hûnandin.
Pirtûk hem êşê hem jî evînê di nav xwe de dihewîne.
Çîroka bi navê “Êş û Êşa Ziman” behsa Komkujiya Geliyê Zîlanê dike.
Çîroka “Êş û Jana Muzirî” jî li ser Komkujiya Dêrsimê ye.
Her wiha çîrokên bi navê “Evdal û Zerî” û “Tîra Eşqê” jî behsa du bûyerên rastîn ên evînê dikin.
Di hinek çîrokan de jî bal tê kişandin ser girîngiya zanistê, hişmendiya neteweyî û yekîtiya Kurdan ku ji nan û avê pêwîsttir e.
Pêşgotina pirtûkê ji aliyê helbestvanê navdar Berken Bereh ve hatiye nivîsandin.
Pirtûka ku ji 160 rûpelan pêk tê, di nav weşanên J û Jyê de cihê xwe girt.



