Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" ku Helkewt Mistefa derhêneriya wî kiriye, mohra xwe li Festîvala Fîlman a Venedîkê da.
Fîlm cara yekem li hola dîrokî ya "Sala Grande"yê hat nîşandan û bi çepikan û bi germî hat pêşwazîkirin.
Bi cilên Kurdan derketin ser Xalîçeya Sor
Gihîştina tîma fîlm a ber Qesra Sînemayê (Palazzo del Cinema) keş û hewaya Xalîçeya Sor a li festîvalê guherand.
Li şûna muzîka Ewropayî, dengê Kîjan Îbrahîm Xeyatê li qada festîvalê olan da ku ji muzîka sereke ya fîlm hatibû wergirtin.
Derhêner Helkewt Mistefa û hinek ji lîstikvanên fîlm bi cilên Kurdan derketin ser Xalîçeya Sor û vê yekê bala amadebûyan û medyaya navneteweyî jî kişand.
Kurdên diyasporayê çûn piştgiriyê

Li pişt bendên Xalîçeya Sor gelek Kurdên diyasporayê ji bo dîtina fîlm û piştgiriyê ji seranserê Ewropayê çûbûn wê giravê.
Derhênerê Kurd ê li Brîtanyayê Alan Hemûwan ku bi taybetî ji bo vê boneyê çûbû Venedîkê, ji Rûdawê axivî û re got:
"Gelek kes ji Brîtanyayê bi taybetî ji bo dîtina vî fîlmê Kurdî hatine vê derê."
Pêşwaziya ji aliyê birêvebiriya festîvalê ve

Paşê fîlm li hola sereke û dîrokî ya Sala Grandeyê hat nîşandan.
Biryara birêvebiriya festîvalê ya ji bo bicihkirina fîlm a di beşa fermî ya Xalîçeya Sor de, ji bo girîngîdana berhemeke sînemayê ya li herêmê wekî gaveke girîng tê dîtin.
Birêvebirê Hunerî yê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera ji Rûdawê re axivî û got:
“Ez ne li bendê bûm ku li ser rola Pêşmergeyan a li dijî DAIŞê fîlmekî ew qasî bihêz û balkêş bibînim. Em gelekî ketin bin bandora fîlm.”

Çîrokeke balkêş
Helkewt Mistefa beravajî wan fîlmên şer ên ku bi budceyeke kêm û bi şêwaza belgefilman tên çêkirin, di vê berhema xwe de pişta xwe bi wênegirtineke sînemayî ya berfireh, tevgerên bilez û asteke teknîk a bilind girê daye.
Fîlm bi taybetî jî rola Pêşmergeyên jin derdixe pêş.
Ev hevsengiya di navbera sînemaya cemawerî û çîrokeke tijî hevrikî de, bala amadebûyên festîvalê jî kişand.
Rojnameger û rexnegirê Îtalî Marco Consoli jî li ser fîlm ji Rûdawê re got:
"Fîlm gelekî baş bû, yek ji wan fîlmên herî baş bû ku îsal min li Festîvala Venedîkê dît. Fîlmekî tijî çêj e ku dikare xwe bigihîne bînereke fireh û di heman demê de xwedî çîrok û kesayetiyên gelekî girîng e."

Namzeda Oscarê ye
Temaşevanên fîlm piştî bidawîbûna nîşandanê çend xulekan li ser pêyan ji bo derhêner û tîma fîlm li çepikan xist.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih jî bal kişand ser girîngiya berhemê ya li ser asta navneteweyî û got:
"Îro ji bo neteweya Kurd rojeke dîrokî ye, ez hêvî dikim ku bigihîje Xelata Oscarê."
Fîlmê Helkewt Mistefa ji bo Xelata Oscarê namzedê Îraqê ye.
Derhênerê fîlm Helkewt Mistefa jî piştî pêşwaziya germ a temaşevanan hestên xwe ji Rûdawê re anîn zimên û got:
"Hesteke min a gelekî xweş hebû, hesteke tijî serbilindî û aramî bû. Tu çendîn salan li ser projeyekê dixebitî û tu digihîjî qonaxekê ku pêwîst e cîhan wê bibîne."



